Îro Sêşemê 9-5-2017 çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD êrîşî nivîsgeha emîndariya giştî ya Encuman Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS kirin, û hejmarek endamên emîndariyê binçav kirin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li bajarê Qamişlo ragihand ku çekdarên kû bi deh otombêlan hatibûn, êrîşî nivîsgeha emandariya giştî ya ENKS kirin û kesên amade li nivîsgehê binçav kirin û careke din nivîsgeh girtin.
Yên kû hatine biçavkirin evin: Ebdulsemed Xelef Biro- Muhsin Tahir, Fethî Gedo, Ehmed Icê, Narîn metînî, Fesla Yûsif, Mehmûd Mele, Mehmûd hac Elî, Ferhad Temo, Emîn Husam, Qasim Şerîf, Mihemed Eyo, Tahir Hesaf.
Tê zanîn ku endam û alîgirên ENKS roja yekşemê 7-5-2015 piştî mangirtinekê nivîsgeha emandariya giştî ya ENKS vekiribûn.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîdgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê