Tora Sûrî ya mafên mirovan di rapora xwe ya heyvane de bûyerên destdirêjiya rijêma Esed û palpiştên wê li ser dezgehên jîndariyê di heyva adara bûrî de dîkomînt kirin, û têde 114 destdirêjî li ser dezgehên jîndariyê hatine tomarkirin.
Ku ji wan 47 destdirêjî ji aliyê hêzên Esed hatine pêkanîn, û 39 ji aliyê hêzên Rûsiya, û sê destdirêjî ji aliyê rêxistina DAIŞ ya terorîst, û du ji aliyên hêzên nenas û du yên din ji aliyê milîsên Yekîneyên Parastina Gel.
Herwiha raportê 20 bûyer xistin ser milê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, û yek ser aliyek nenas, herwiha hêzên hevpeymaniya navdewletî di şerê dijberiya rêxistina DAIŞê li Dêrazorê û Reqa bi pêkanîna bi dehên kuştaran hat tometbarkirin.
Di raporê de hatiye ku jêrxaneya bingehîn di serê lîsteya zerermendiyê de hatiye, ku hejmara wan gihiştiye 41 dezgehan û tevî 24 navendên xwendinê û 17 cihên xwedaperistiyê û 16 navendên pizîşkî û 8 deverên nişteciyan û du kampên penaberan.
Hêjayê gotinê ye ku Tora navhatî di raportên xwe yên heyvane de tekez kiriye ku hin ji wan navendan ji aliyê rêxistinên tundrew û tevî hêzên Rûsiya hatine armanckirin, û hatiye ku bombebarankirina bitewşî ya bêcudahî dibe, binpêkirin e ji yasa navdewletî ya mirovî re, û digehêjin astê “tawanên şer“.
Torê di dawiya raporta xwe de daxwaza neçarkirina cêbicêkirina biryara hejmar 2139 ji encûmena asayîşa navdewletî kiriye, û daxwaza şermezarkirina armanckirina navendên bajêrvaniyê yên sivîlan kiriye û cext kiriye li ser “giringiya sepandina qedexekirina biçekkirina rijêma Esed û rawestandina piştgiriya hemî rêxistinên nepabend bi yasa navdewletî ya mirovî“.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî / Ajans