Raporteke mîkanîzma vekolînê ya hevbeş ya ko Netewên Yekgirtî û Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî amade kirine, berpirsiyariya êrîşa kîmawî ya li ser bajarokê Xan Şêxûn di nîsana borî de, ya ko jiyana bi dehan kes têk bir xist histê rêjîma Esed de.
Nûnera Emerîka li Netewên Yekgirtî Nîkî Hêlî di daxuyaniyekê de got: ‘’em careke din tekeziyeke serbixwe ji bikaranîna Beşar Elesed ji çekên kîmawî re di cenga wî ya li dijî miletê Sûriyê de dibînin. ‘’
Hîlî got: ‘’ divê Encûmena Ewlekariyê nameyeke xurt bişêne û têde bêje ko hêsanî û sistbûn bi bikaranîna çekên kîmawî re nîn e, û divê piştgiriya xwe ya tekûz ji vekolînerên bêlayen re pêşkêş bike.‘’
Raporta navnetewî got: ‘’ eger bikaranîna çekên kîmawî neraweste tevî qedexekirina ko civaka navdewletî feriz dike, tekez nebûna sizayan wê kesin din han bide ku ew jî çekên kîmawî bikar bînin.‘’
Berê jî mîkanîzma karê hevbeş ya komîta vekolînê gihabû encama ko hêzên Beşar Elesed berpirs in di ber sê êrîşên bi gaza kilorê di sala 2014û2015, destnîşan kir ko ‘’ berdewamî di bikaranîna çekên kîmawî de tevî bikaranîna wan ji hin aliyên nefermî di desthilatê de nîgeraniyeke xurt peyda dike.‘’
Encûmena ewlekariya navdewletî mîkanîzma vekolîna hevbeş di sala 2015an de bi tevaya dengan damezirand, û sala 2016ê spartina kar jêre nû kir, lê Rûsya roja sêşembê mafê redkirinê Vîto li dijî pêşinyara dirêjkirina spartina kar bo wê, ku li nîveka çêriya paşî bidawî dibe, bikar anî.
Raporta ‘’Hiyûmen Rayits Wotş ‘’ di vê derbarê de got ko firokên cengê yên rêjîma Esed bombeyên ko bandorê li damaran dikin, di çar cihan de di nav wan de jî Xan Şêxûn ji 12 heyva çilê pêşî ya borî de bikara nîne, û bikaranîna rêjîmê ji çekên ku tijî kilor in û di riya hilîkoptera re davêje bêhtir birêxistin bûye, û qonaxa din ya ko rêkxistinê şopandiye, hêzên rêjîmê û yên bi ser ve çekên ku ji erdê tên avêtin û kilor di wan de heye bikar tînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî