Raporteke navdewletî aşkere kir ko êrîşên hevpeymana navdewletî yên li ser bajarê Reqayê bûne sedema kuştina 1600 sivîlî, û bêtir ji 11hezar avahiyan wêran bûne, û raport dibîne ko ev digehê asta binpêkirina yasaya navdewletî ya mirovînî.
Rêkxistina lêbûrîna navdewletî bi hevkariya rêkxistina ‘’Errors’’ ya taybet bi çavdêriya êrîşên asmanî duhî pêncşembê raporteke hevbeş derbarê hejmara qurbaniyan li Reqayê derxistine, piştî êrîşên asmanî yên ko hêzên hevpeymana navdewletî bi serpereştiya Emerîka li ser bajêr, destnîşan kirin ko wan 18 heyvan lêkolîn li ser qurbaniyên sivîl kirine, 2 meh ji wan jî li Reqa bi xwe ne.
Li gora raportê, ‘’êrîşên leşkerî yên hevpeymana bi serpereştiya Emerîka; bûn sedema rasterast a kuştina 1600 sivîlî li Reqayê‘’ û got: ‘’rewşên belgeh kirine digehên asta binpêkirina yasaya navdewletî ya mirovî. ‘’
Mezintirîn rawêjkara Pirogramê Hemberderketina Qeyranan ya Rêkxistina lêbûrîna navdewletî Dontîlarofîra got: ‘’Hêzên hevpeymanê Reqa bi temamî wêran kirine û nikarin rastiyê veşêrin.’’
Herdu rêkxistinan di raporta xwe de daxwaz ji dewletên endam di hevpeymanê de kirin ko sindoqekê çêbikin tako mafên qurbaniyan û malbatên wan li wan vegerînin û daxwaz kirin ko : ‘’ nema rastiyê mandel bikin‘’, ko sivîl kuştine û wêranî bi êrîşên xwe pêk anîne.
Hevpeymana navdewletî di adara bûrî de bi kuştina bêmebest ya nekêmî 1257 sivîlan li Îraq û Sûriyê mukur hat, û Hevpeymanê got ku wê ‘’di navbera tebaxa 2014ê ta dawiya sibata 2019ê 34038 êrîş pêk anîne. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî