Acansa nûçeyan ya Tirkiyê ya fermî di raporteke xwe de duhî sêşembê anî ziman ko bizavên Sûriyan di abûriya xwecihî de hene, û rola wan di geşepêdana bazarên Tirkiyê de heye, û destnîşan kir ko hin çaksaz rola wan di geşepêdana bazara cilên zarokan de bi rêjeya 30% ji berhemdanê heye.
Birêveberê cîbicîkirinê yê koma ‘’ Doso Dosî ‘’ ya wergirtina darayî Hikmet Er Eslan ji acansa Enadolê re got: ‘’ berhemdarên Sûrî kiryarên xwe ji rojhelata navîn bi xwe re anîne û vê yekê bi erênî bandora xwe li bazara cilên zarokan li Tirkiyê kiriye.‘’
Eslan got ‘’niha em mêvandariya bi hezaran kiryarên ji Îraq, Libnan û Cezayir dikin, ku berê ji febrîkayên Sûrî dikirîn’’, û tekez kir ko vê mijarê bazara cilên zarokan li Tirkiyê geşepêdan kiriye û kiryarên corbicor bêtir kirine..
Eslan destnîşan kir ko çalakiyên berhemdanê yên ko Sûriyên pispor pê radibin, beşdariyeke giring di abûriya Tirkiyê de kiriye, û diyar kir ku ev geşbûn 15% jê bi saya çaksazên Sûrî ye, û 15% ya din ya berhemdarên Tirk e, yên ko xwe bi pêş ve birin ji bo pêdiviyên kiryarên nû bicih bînin, û ketine milmilaneya berhemdanê de.
Acansê di raporta xwe de behsa rola Sûriyan di guherîna Tirkiyê de ber bi anîna bazirganên cilên zarokan kir, ev mijara ko qezencin mezin di karta cilên zarokan ya Tirkî de misoger kir, û geşepêdan bihêztir kir, û bazar bi sedema berhemên Sûrî geştir bû.
Raportê got ko berhemdarên Sûrî bi roleke mezin rabûne di guherîna Tirkiyê de da bibe navendekê cîhanî bo anîna bazirganên cilên zarokan ji welatên rojhelata navîn, ji ber ew pêdiviyên bazara rojhelata navîn bo karta cilên zarokan pêk tîne.
Raportê aşkere kir ko hejmara kompaniyên Sûrî yên ko bi fermî li Tirkiyê vebûne 7243 ne, û li bal desthilata Tirkiyê tomarkirî ne, û yên din bê destûrwergirtin têne hejmartin û di lîsta nivîsên fermî de nîn in, bi wê jî Sûrî di serê lîsteya berhemdarên biyanî de ne.
Giringiya vê raportê tê bo diyarkirina rola erênî ya Sûriyan li Tirkiyê, û tekez dike ko hebûna wan kartên berhemdanê geşepêdan kiriye, û Sûrî berhemdarên rastyeqîn in û hemû gotegotên li ser wan êdî têk diçin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acansa Enadol