Îro roja çarşemê kovara “The Lanst” ya pizîşkî lêkolînek belav kir û têde got ku zêdetir ji 800 karmendên stavên pizîşkî li Sûriyê her ji destpêkirina şoreşê li sal 2011an û heta niha hatine kuştin û ev yek “tawanên şer” dît, tevî bombebarankirina nexweşxane û eşkencedan û bidarvekirinan.
Lêkolînê bal kişandiye ku hejmara bilind ji van kuştiyan li ser destê hêzên Rijêmê û milîsên mezehperist yên palpiştên wê hatine kuştin.
Lêkolîn ji aliyê girûpeka lêkolîneran hatiye amadekirin li ser binayetê hin serjimêrî û amaran û ji çavkaniyên ciyawaz û ku di nav lêkolîneran de hin endamên komîta pizîşkî ya Sûrî -Amerikayî hene.
Lêkolînê diyar kiriye ku Rijêmê û hevalbenda xwe Mosko li sala 2016 an bi mebest rabûne bi zêdekirina armanckirina navendên pizîşkî li Sûriyê, bi awayekî ku sala 2016 an bûye metirsîdartirîn sal heta niha ji karmend û pesporên saxlemiyê yên li Sûriyê re “.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Samir Cibûr mamosteyê zankoya Amerîkî li Beyrûtê û ku ew yek ji lêkolînerên lêkolînê ye bal kişandiye ku êrîş heta niha ji aliyên hêzên Bişar û Rûsiya berdewam in.
Û têde hatiye ku armanckirina navendên pizîşkî “li ser astekî çavnerêkirî ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê hatine pêkanîn”, wek stratîjiyekî bikaranîna, û ev êrîş bûne sedema “kuştina bi sedan ji karmendên saxlemiyê û girtin û eşkencedana bi sedên din”, û tekez kiriye ku bi “awayekî bi mebest û rêkupêk” bi sedan navend hatine armanckirin.
Lêkolînê cext li ser wê yekê kiriye ku hejmara êrîşan li ser navendên saxlemiyê ji 91 êrîşan li sala 2012an bûye 199 êrîş li sala 2016 an, û amaje kiriye ku 94% ji van êrîşan ji aliyê “hêzên Esed û milîsên mezhebperist yên palpiştên wê û tevî Rûsiya” hatine pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / wekalat