Çalakvanên şoreşger li herêmên rizgarkirî li bakurê Sûriyê xwepêşandanin piştgiriyê bo xelkên Idlib û gundewarê Hema yê bakur li dar xistin, ji bo pirotestokirina komkujiyên berdewam yên rêjîmê û Rûsya derheqê sivîlan.
Çalakvanan diyar kirin ko xwepêşandan li bajarê Elbab yê gundewarê Helebê duhî piştî nivêja nîvro dest pê kir, û xwepêşanderan di bang û siloganên xwe de daxwaza rûxandina rêjîmê û sizakirina tawankaran kirin, û bêdengiya civaka navdewletî jî pirotesto kirin.
Her weha bi hezaran xelkên bajarê Ezazê li bakurê Helebê derketin xwepêşindanekê bo komkujiyên rêjîmê û Rûsya pirotesto bikin. Dr. Ranya Qeyser, ya wek dîdevanekê bû li ser kokujiya Meeret Elnuman ya ko 50 kesên sivîl tê de şehîd ketin, di xwepêindanê de beşdarî kir.
Dr. Ranya Qeyser daxwaz ji xelkên Ezazê û hemû herêmên rizgarkirî kir, ko bêbextiyê bi xelkên bakur re nekin, û got xelkên bakur emanet in di hustê Artêşa azad de.
Bi dehan li bajarê Idlib înê êvarî li dijî rêjîmê û Rûsya û operasiyona wan ya leşkerî derketin.
Xwepêşander derketibûn nêzê gereka Elşuheda, bo operasiyonên bombebaranê pirotesto bikin, ew operasyonên gehane sivîlan û bargehên zindîdar, û di encamê de bi sedan şehîd ketine, û bi hezaran birîbdar bûne, û bi sedhezaran ber bi herêmên aramtir ên nêzî sînorê Tirkiyê çûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê nameyek ji 26 dewletên hevalên miletê Sûrî re şand, û her weha ji Rêkxistina Hevkariya Islamî û Rêkxistina Hevkariya Kendavê û Komkara Erebî re, û daxwaz ji wan kir ko bizavên xwe bêtir bikin bo bilez rewşê çareser bikin.
Serokê Hevbendiyê Ened Elebde di kongirekî rojnamevanî de got: Miletê Sûrî bi qirkirinê amanckirî ye, û civaka navdewletî di vê babetê de alîkar e.
Û got ku di dema ko komkujiyên Rûsya û rêjîmê berdewam in, çareseriya siysî niha sawîr û xapandin e ji miletê Sûrî re.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî