Rêkxistina Hiyûmin Rayits Wotiş di raporteke xwe ya nû de got”du êrîş dibe ko Rûsî bin yasayên cengê di 15 çêriya pêşî binpê kirine, herêmên niştecihkirî li Humsê armanc kirine di encamê de 59 sivîl ji wana 33 zarok hatine kuştin.”
Rêkxistinê doz li Rûsya kir ko vekolînê di êrîşan de bike hem tekez kir ko mirovên şervanan yên sivîl ne armancine leşkerî yên rewa ne.
Raportê giringî da ko Rûsya û Rêjîma Esed gerek bi yasayên mirovî navdewletî pabend bin. Û sivîlan armanc nekin, û hişyariyê bidin ji bo êrîşan da bandorê li sivîlan nekin. Rê bidin dezgehên navdewletî yên alîkariyan da bilez bigihên û li ber sivîlên gundên bakurê Hums yên ketine ber êrîşan û yên ko dibe têkevin ber êrîşan rêbuhêrkeke aram vekin.
Raportê diyar kir ko birînên teqînê û şewata xurt ya li ser laşê qurbaniyan di vîdyo de xuya dibe di êrîşa “Elxinto” de li Gundewarê Hums hem wekîniya qebareya komên pêmayan û rewşa kelaxan bi birînên hindik û belavkirî destnîşa dike ko dibe gaza boşiyê yan çekên teqînok yên çakkirî bikar anîne.
Cîgirê fermanberê cîbicîkirinê yê Rêkxistinê li Rojhilata Navîn Nedîm Horî got: “gava li bakurê Humsê êrîş pir dibin, cih ji sivîlan re nîn e ko xwe tê de veşêrin. ” bêtir got gerek Rûsya bêtir hesabê parastina sivîlan bike û rê bide ko ji herêmê der bibin bê ko têkevin ber êrîşên Rûsya û yên firokên Rêjîmê.
Horî bal kêşand ser ko Rûsya dibêje lêdanên me bi hûrbînî dibin lê rastiya meydanê ne wisa ye hemû wêne tekez dikin ko gelek sivîl hatine kuştin. Doz li Rûsya kir gerek sivîlan ji êrîşên xwe biparêze.
Hevbendiya Niştimanî jî ew kuştar pirotesto kir û nûnerê wê yê li bal Yekîtiya Ewropa doz li dewletên endam di Encûmena Ewlekariyê de kir ko piştgiriya biryara hemû Wezîrên derve yên Ewropa di derbarê parastina sivîlan li Sûriyê bikin.
Nêrebiyê tekez kir”dem hatiye ko Yekîtiya Ewropa û dewletên wê yên endam gotinan bi kirdeyan biguherin. Û pêngava pêşîn qedexekirineke asmanî ji bo parastina sivîlan pêk bînin û nehêlin sivîl ji Gemiyên di Deryaya spî de bêne bombebaran kirin. ”Destnîşan kir ko ew dê bihêle xelk bêne parastin û yasaya navdewletî misoger bibe û derketina Penaberan jî kêm bike û hem rê li ber çareseriya siyasî dîsa veke.”
Nêrebiyê diyar kir ko Rûsya û Esed “dê bombebarana xwe ya nerewa li ser sivîlan birawestînin, eger rêbazeke navdewletî ya xurt û giştî hebe, ko wan neçarî rawestandina kuştinê bike, û beşdarbûnê di danûstandinên çareseriya siyasî de ji bo qonaxa veguhêz de bikin.”
Jêder: Hevbendî