Firokên êrîşên Rûsî duh dibistana Qinsirîn li Gundewarê Helebê yê Başûr armanc kir, di encamê de beşekî mezin ji avahiyê wêran bû, û fêrkirin li dibistanê rawestiya.
Herweha firokên Rûsî – Li gor Komîta Sûrî a Mafê Mirovan – gundê El –Şêx Bereke nêzî Sincar li Gundewarê Idlib ê Rojhilatî bi Sarûxên valahî armanc kir, û di encamê de dayikek û herdu zarokên xwe şehîd bûn, û bîst kes birîndar bûn.
Firokên cengê ên Rûsî hejmarek ji êrîşan bi ser gundên Xelse, Zêtan, Xan Toman, û bajarokê El – Hadir li Gunderwarê Helebê yê Başûr de birin, ku ew dever bi yek car Rêxistina Daiş lê peyda nabe.
Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî ji Encumena Ewlehiyê xwest ku pêrabûnin gerek “Tund û Aktîv” bo rawestana êrîşên ku Rûsya bi ser milletê Sûrî de tîne bike.
Hevbendiyê tekez kir ku ev kuştar” Divê ku bêpirsîn derbas nebe” û doz kir ku “Sînorek ji êrîşên ku bi derewan dibêjin em şerê tirorê dikin were danîn, ew nehatiye Sûrî ji bilî bo piştgiriya tirorê û bihêzkirina rejîma Esed û milişiyên regezperist û piştgîr bike”.
Hevbeniyê diyar kir ku derbên Rûsî bûn sedema koçkirina 85 Hezar sivîlî ji Gundewarê Helebê yê Başûr.
ji hêla xwe ve Rêxistina Koçkirina Navdewletî ragihand ku 48 Hezar koçber di pênc rojên dawî de ji Tirkyayê derbas bûn Yonanistanê.
Jêder: Hevbendî