Berdevkê Wezareta derve ya Almaniya Martin Şîver îro bi rêka malbera xwe li ser tiwîter nivîsandibû ku ” nabe kesek wek Esed bibe beşek ji hikûmeteka veguhêz a bi tevaya desthilatên cêbicêkirinê”.
Şîver tekez kir ku Esed berpirs e di ber tawan û riftarên hovane yên di şerê ji çar sal û nîvên derbasbûyî de dike.
Hêjayî gotinê ye ku peyvdarên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, gelek caran tekez dikirin ku her çareseriyek Siyasî li Sûriyê pêwîst e pabend be bi tekestên daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariyê, ya tekeziyê li ser desteyeka fermanriwiya veguhêz ya bi tevaya desthilatan dike, hevdem cext dikin li ser nebûna rola Esed di qonaxa veguhêz de.
Ji aliyê xwe ve sikirtêrê desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Enes El’ebde got “em mana Beşar Esed rojekê bitenê di qonaxa veguhêz de qebûl nakin “, û cext kir li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ya pesindkirî ji aliyê gelê Sûriyê ve, têde berjewendiyên gel bêne parastin ligor daxuyaniya Jinêvê.
El’ebde amaje kir ku ticarî gelê Sûriyê tawanên rêjîma Esed yên der heqê jin û zarokan bi dirêjahiya pênc salên bûrî ji bîr nake.
Jêder:Hevbendî