Karmendekî di Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî doh da xuyakirin ko nêta Rêkxistinê heye di êrîşa Esed ya li ser bajarê Sermîn li Gundewarê Idlib bi bermîlên teqîner yên bi gaza Kilor barkirî vekolînê bike. Ku di encama ewê êrîşê de şeş kesan ji malekê jiyana xwe jidest dane ji nav wan sê Zarok û bi dehan bînçikiyayî ketine.
Jêder yê ko nexwest navê wî belav bibe got: Şandeyek dê biçe û vekolînê bike, da piştrast bibin ji agahiyên raportên dane xuyakirin ko Bermîlên Teqîner bi gaza Kilor barkirî bûn û bi ser bajarê Sirmîn de di 16. Adara nuha de hatine avêtin.
Hevbendiya Niştimasnî Sûrî berê nameyek ji Encûmena Ewlekariyê re şandibû da Komîta peydeçûna diristiyan bişîne û ji bo bikaranîna gaza kilor li cihê bûyerê vekolînê bike. Bi tundî jî sûr bû ko giring e Tawankar li gora biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118, bêne sizakirin.
Û Hevbendiyê tekez kir ku berpirsiyariyên Encûmena Ewlekariyê “gerek bendên biryara 2209an cîbicî bike, ya ko tê de hatiye diyarkirin ko gaza kilor heyberekî jehrdar e û ew wê ji çekên kîmawî dibînin û bikaranîna wê ji hêla leşkerî ve binpêkirina yasaya navdewletî û ya biryara 2118an e”
Hevbendiyê hişyarî da ko biryara 2209 di benda şeş û heftan de tekez dike, ko ew kesên berpirsiyar di ber bikaranîna çekên kîmawî de divê bêne sizakirin, û eger berbi sizayên biryara 2118an nehatin , gerek Encûmena Ewlekariyê li gora Benda Heftan ji peymana Netewên Yekbûyî li ser wan ferz bike.
Jêder: Hevbendî+Acans