Piştî şeş mehan ji şandina Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ji nameyekê re bo emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî û balyozên dewletên hevalên Sûriyê, têde anîbû ziman ko gerek birêveberiya bajêr ji aliyê xelkên wê bête kirin, û doseyên belgeyên hevwelatiyan û yên bajêr û qoçanên xaniyan bên parastin. Û rêkxistina navdewletî raportek li ser rewşa nuha ya hindirê bajêr derxist, têde diyar kir ko pêşveçûna jiyanê bigiranî ye û bobelat berdewam e, ew jî bi sedema piştguhkirina sedemên wê yên sereke.
Netewên Yekgirtî di raporta xwe de duh li jêr navnîşana ‘’ vegera jiyanê bo bajarê Reqa tev li astengiyan ‘’ , û diyar kir ku şandeke wê destpêka mehê serdana bajêr kir, li jêr serpereştiya pirogramê xwarinê yê cîhanî. Jakob Kirên birêveberê pirogram li Sûriyê got: ‘’ Reqa jiyana xwe ji tunebûnê dest pê dike, û doseyên belgeyên wê têk çûne, û sê par ji çar parên avahiyan wêran bûne ‘’. Şandê texmînên xwe danîne ko hejmara niştecihan nuha li Reqa dora 100hezarî ye, û Kirên bal kişand ser ko ‘’ ev niştecih di malên xwe de dijîn çi yên wêran an newêran.‘’
Yan Igland mezintirîn rawêjkarê şandyarê navnetewî yê taybet bo Sûriyê got ku qebareya wêraniyê li bajarê Reqa ji ya Helebê û Humsê jî bêtir e, piştî ko ji rêkxistina Daiş hat standin û milîtanên QSD di çêriya pêşî 2017 de kontrol kir.
Igland got: xelkên Reqa ên li derveyî bajêr hêvî dikin vegerin malên xwe, lê wê çawa vegerin dema warên wan bi tekûzî wêran bûne û nexweşxanak tenê heye û xizmetgozerî tunene.
Netewên yekgirtî karûbarê şanda xwe bi aloz salix da, bi sedema astengiyên çûnûhatinê û lawaziya internetê û telîfonan, li gora Kirên anî ziman.
Raporta Netewên Yekgirtî li ser zimanê jineke Reqawî got : av li malan nîn e, eger em avê vexwin divê em ji stêrên avê bikirin, tev li wisa jî av nepaqije, xwedê dizane çi nexweşî têde hene, gava em piyala xwe dadigirin binê wê tije gemar dibe.
Li ser bêkariyê, raportê anî ziman ko gelek e, û ew bandorê li karîna kirînê dike, û bêtir got ku gelek bi deyn dikirin, an jî xiradên xwe difiroşin ji bo heyberên xwarinê bikirin, gelek xwedanên pez ji bo peran bidest bixin tako xaniyên xwe çêbikin an xaniyên nû ava bikin an ji bo kirîna pêdiviyên xwe yên rojane wek xwarinê pezên xwe difiroşin.
Hevbendiya Niştimanî got ku giring e civaka navdewletî kar bike ji bo vegera niştecihan li malên wan, û depoyên ko belge û qoçanan tê de ne biparêzin.
Û daxwaz kir ko hemû hêz derkevin jiderveyî bajêr û birêveberiya wê bo xelkên wê bê spartin, û tekez kir ko Hevbendiya niştimanî amade ye ko tîmeke kar damezirîne bo peyketina mijarê bike û pêzanînên ko parastina belgeyan û gihandina wan bo cihê hêmin dabîn bike. Û diyar kir ko ew dê ziyanan kêm bike û mafê Sûriyên li parêzgeha Reqa bi giştî, û bajarê Reqa bi taybetî biparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî