Rêxistina Lêborîna Navdewletî gotibû ku rijêma Beşar nikare dergehên girtîgehên xwe li ber çavdêrên navdewletî veke, ji bo ji nêzîk ve li rewşa girtiyan binerin, piştî ku Rijêmê ew nûçeyên bidarvekirinên bikom red kirin, ew ên di raporta rêxistinê de ji berî çend rojan de bi navê “Qesabxaneya Mirovan” hatibûn.
Rêveberê rêxistinê yê Pirogramê Rojhilata Navîn Û Bakurê Afrîka, Filîp Loser got: “Esed di çavpêketina xwe de gelek caran hewl da ku dîmenên raporta Rêxistina Lêborîna Navdewletî bide şêwandin, lê di heman demê de mukur hatiye ku wî ticarî serdana girtîgeha Seydnaya nekiriye, û hîç zanyarî nedan derbarê rewşa têde dibe”.
Ev bersiva rêxistinê hat li ser daxuyaniyên Rijêmê û redkirina wê ji rastiya raporta lêborîna navdewletî re, ya ku têde hatibû ku bûyerên bidarvekirina girtiyan a bikomel li girtîgeha Seydnaya hatine encamdan, û nêzîkî 13 hezar girtiyan hatine kuştin û piraniya wan sivîl in, û bê dadgehkirin hatine bidarvekirin di navbera salên 2011 an heta 2015 an de.
Loser got: “heger hîç tiştek vaşartî li rex Bişar nîne, pêwîst e ew bilez rê li pêş derbasbûna çavdêrên navdewletî li nav girtîgeha Seydnaya û li nav girtîgehên din li Sûriyê veke “, û Rêxistinê li ser zarê Loser daxwaz ji Rûsiya kir ji bikarîna baledestiya xwe, da bihêle Rijêm razî bibe li ser vekirina dergehên girtîgehên xwe li pêş serdana çavdêrên navdewletî.
Hêjayê gotinê ye ku Entiniyo Gotîrîş sikirtêrê NY veciniqîna xwe li hember raporta “tirsnak” nîşan dabû, herwiha Firinsa daxwaza bizavek bilez ji civaka navdewletî kiriye ji bo dadgehkirina Beşar û desteka wî, û wezîrê derve yê Birêtaniya Borîs Conson jî diltengiya xwe nîşan dabû û tekez kiribû ku hîç paşeroja Beşar li Sûriyê nîne.
Tê zanîn ku Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de, ya wijdana mirovan hejand, bal kişandibû ku fermanên bidarvekirinê ji piledartirîn berpirsên Rijêmê tên, bi emzaya Miftiyê Rijêmê, yan wezîrê bergiriyê yan serokê fermandariya leşkeran ji şûna Beşar, ku ev yek tê bi wateya ku mezinên berpirsên Rijêmê gunehbar in bi encamdana tawanên qirkirinê yên di girtîgeh û navendên ewlekariyê de dibin.
Jêder: Bazinê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat