Pisporên Desthilata Sûrî Ya Demkî û Yekîtiya Ewropî, kargehên kar yên taybetmendî pêkanîn, ji bo behiskirina pirojeyên xizmetkariyê yên ko dîsa dê dezgehên Sûrî kartêker bikin û xizmetên wan ji niştecihan re vegerînin, û rêkên piştgiriya wan ya rastîn ji hêla şirîkên desthilatê.
Li civîna ko li bajarê Xazî Entabê lidar ket, nûnerên desthilata Sûrî ya demkî û Hevbendiya Niştimanî Sûrî, û Yekîtiya Ewropî, û Encûmenên xwecihî, û Encûmena Niştimanî Kurdî, û tîmek ji pisporên Sûrî û nûnerên şirîkên desthilatê ji rêkxistinên civaka sivîl amade bûn.
Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb, diyar kir ko tîmên desthilatê pir kar dikin ji bo çalakbûna dezgehên Sûrî li wan vegerîne, û xizmetê ji niştecihên herêmên dorpêçkirî kartêker bikin, piştî ko ji hêla rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin ve wêran bûne.
Ebû Heteb tekezî kir li ser giringiya çêkirina zemîna fêrkirina piraktîk ji xwendekarên Sûrî re, û kêmasiyên baregehan û kadirên bijîşkî bên dagirtin, hem jî piştgiriya karta çandiniyê û dadwerî û Ewlekariyê bibe, û dadgehên ko yasaya Sûriyê cîbicî bikin damezirînin.
Ebû Heteb tekezî li ser berdewamiya karê desthilatê kir, tevko çend kes jê şehîd ketine. Û daxwaz ji hevalên desthilatê yên herdemî û xwedanên dezgehên resen kir, ji bo piştgirên rastîn ji desthilatê û şirîkên wê re bin.
Civîn du rûniştin bûn, di rûniştina yekê de rewşa desthilatê û alavên karê wê û şirîkên wê ji encûmenên xwecihî û rêkxistinan, û alavên ko pê karibin piştgiriya desthilata demkî û pirojeyên wê ji hêlêa Yekîtiya Ewropî bibe gengeşe kirin.
Desthilata Sûrî ya demkî nerîn û amancên xwe pêşkêş kirin û li ser şêweyê wizaret û birêveberiyên ko li ser xaka Sûriyê parvekirî ne axivî, hem jî karên ko di heft heyvên buhûrî de kirine, û hinekî li ser astengiyên li pêş wan derdikevin, û li ser destnîşankirin û belavkirina rolan, û li ser berpirsiyariyên desthilatê û şirîkên wê peyivîn.
Serokê desthilatê bal kêşand ser ko ew bizavê dikin ko hejmara karkeran pirtir bikin û got: “em desthilateke kartêker dixwazin ko li ser hemû xaka Sûriyê belavkirî be, 30hezar karmend bi desthilatê re kar dikin û em hêvî dikin ku hejmar bigihê 100hezar karmendî”. Û diyar kir ko desthilat dixwaze ji hawarhatinê têkeve qonaxa geşepêdanê bi awayê kartêkirina pirojeyan bi navgîniya dezgehên şirîkên xwe ji Encûmenên xwecihî û rêkxistinên civaka sivîl, di heman çaxî de hin rêkxistinên ko karê dezgehan asteng dikin û hewil didin têkevin şûna dewletê rexne kirin.
Her weha emîndarê giştî yê Hevbendiyê Ebdilîlah Fehed amaje bi rola Yekîtiya Ewropî kir di piştgiriya şoreşa Sûriyê ji destpêkê ve û bizava wê ya herdemî ko daxwazên miletê Sûrî pêk bên û li rex wî rawestiya, û daxwaz kir ko piştgiriyeke rastî ji bo desthilata Sûrî ya demkî bibe, ya ko bizavê dike ko miletê Sûrî xweragir bimîne, û tekez kir ko Hevbendiya Niştimanîn di cenga siyasî de ligel ya cenga leşkerî û ragihandinî berdewam e.
Her weha Mihemed Muslim nûnerê Encûmena Niştimanî Kurdî, daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ko çareserkirineke siyasî ya jidil bibînin, û beşdariyeke kartêker û piraktîkî di avakirina Sûriyê de tevlî herêmên Kurdî yên wêran bûne beşdar bibe, tako Sûriyeke dîmuqratî, perlemanî piralî û hevbeşî pêkbînin.
Nûnerên Yekîtiya Ewropî jî dilxweşiya xwe bi karê li gel Desthilata Sûrî Ya Demkî diyar kirin, û tekezî li ser giringiya avakirina rewaya wê û piştgiriya xurtkirina wê kirin, tako destpêşxerî û serdariya pirojeyan yên ko karîna piştgiriya wan ji hêla Ewropiyan ve heye bike. Her weha tekezî li ser giringiya parastina hêman û bingeha dewleta Sûrî û dezgehên wê kirin.
Di Rûniştina duyem de kargehên karê teknîkî û bi amadebûna pisporên Yekîtiya Ewropî û pisporên desthilata Sûrî ya demkî, û li ser çar beşan parve kirin, karta “Perwerdeyê û tendiristiyê ya çandiniyê û desthilatkirina Birêveberiya xwecihî” û pirojeyên destnîşankirî gengeşe kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî