Duhî roja yekşemê 12/02/2017an, hevdîtina maseya girover li bajarê Otrîxt li Holanda ji aliyê nûnertiya Ewropa ya ENKS û xwecihiya wê li Holanda û bi amadebûna berêz Rêzan Şêxmûs serokê nûnertiyê û herdu berêzan Goman Hisên û Şêrzad Dawid endamê nûnertiya Ewropa hat lidarxistin, bi beşdariya gelek kesayetiyên serbixwe û xemxurên rewşa siyasî ya giştî.
Ji aliyên amadebûyan ve, mîkanizmên pêşxistin û aktîvkirina rola ENKSê li Holanda û Ewropa bi giştî bi awayekî bigunce ligel bernameya siyasî ya ENKSê û doza netewiya kurdî û têkiliyên ligel revenda kurdî li Ewropa û dirustkirina komîtên kar ji bona parastina keltora miletê kurd û herwiha ji bo têkildariya ligel hikumeta Holanda û dezgehên pêwendîdar bi mafên mirov bi armanca danasîna doza rewa ya gelê kurd li Sûriyê hatin gengeşekirin.
Herwiha di hevdîtinê de biryar hate dan li ser girêdana konfirasê encûmena xwecihî di qonaxa du heyvên tên de, ku wê hemû nivîskar û rewşenbîr û çalakiyên ciwanan û xemxurên rewşa giştî bên vexwendin, ji bo di serxistina konfirans û daraştina pilanên bikêr de ji bo çaksazîkirina rola ENKSê li Holanda beşdar bibin, bi awayê ku bi erkên xwe rabe, û herwiha di mêzgerê de biryar hat dan li ser hevdîtinên berdewam ligel revenda kurdî ji bo pevguhertina nêrîn û boçûnan.
Û têde bal hat kişandin li ser giringtirîn mijarên siyasî yên girêdayî bi doza kurdî û mijara beşdariya ENKSê di şanda Opozisyona Sûriyê di danustandinên Jinêvê û di hemû civînên navdewletî de, wek nûnerê rasteqîn ê gelê kurd wek pêkhateyek resen ji pêkhateyên miletên Sûriyê da rola wî di her kom û korbendên navdewletî de yên ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê hebe. Ji bo dîtina çareseriyek dîmokratîk ji kêşeya kurdî re li ser binemayê belgename û rêkeftinên navdewletî, û li ser bingeha hevpariyek rasteqîn di dewletek demokrat û firealî û federal de.
Di dawiyê de, kesên civiyayî hevnerîn bûn li ser berdewamiya hevdîtinên berdewam û dembidem de di navbera encûmenên xwecihî û Nûnertiyê de, ji bo bibe fakter ji bo pêşxistina karê dezgehkirina ENKSê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê