Rêxistinin mafnasî û sivîl protestokirina xwe anîn ziman derbarê fişarên ku desthilata Libnanê li ser penaberên Sûrî disepîne ji bo berê wan bidin vegerê, û piştgiriya xwe ji penaberîn Sûrî re diyar kirin, û daxwaz ji desthilatê kir ku rêzê li rêkeftinên navdewletî yên derbarê mafên penaberan bigirin.
Û rêxistina Humen Rights Watch , doh roja înê, di daxwiyaniyeke xwe de, biryara desthilata libnanî ya ruxandina odeyên bi çemento yên ku penaberên Sûrî li kampin bêserûber ava kirine pirotesto kir, û ev kar wek fişareke neyasayî dît ji bo vegerandina wan bo welatê wan. Û Bill Frick, rêvebirê programê mafên penaberan li deverê, got ku “divê hayê me ji rastiya vê kampaniya derbarê binpêkirina yasayên avakirinê hebe, ku ew ji bo pêkanîna fişareke neyasayî ye li ser penaberan da vegerin”.
Her weha Bill Frick got: “ Gelek ji kesên ziyan li wan bûye , sedemên wan ên rastyeqîn hene ku ji ber wan ditirsin vegerin Sûriyê, wek girtin û işkencekirin û danûstandina xerab li ser destê hêzên ewlekariyê” li Sûryê, û dît ku “ fermana ruxandinê yek ji gelek karên din e, ji bo sepandina fişaran li ser penaberên Sûrî ji bo vegerin”.
Û Frick hejmarek ji şêweyên danûstandina ku penaberên sûrî tûşî wan dibin hejmartin wek: “girtina bi komel, koçberkirin, girtina dikanan û destdanîna ser tirimbêlên bê ruxset û jinavbirina wan, her weha astengiyên ku ji berî demekê de hene wek qedexekirina çûnûhatinê û valakirina malan û astengiyên li pêşiya perwerde û hînkirinê û her weha dema xwestina bidestxistina formên iqameta yasayî û destûrdana kar”.
Û rêvebirê pirogramê mafên penaberan li deverê, tekezî kir ku “ divê Libnan fişaran neke ku bihêlin penaber neçarî vegera deverên ne hêmin bibin”, û biryara ruxandinê ziyanê dighîne 35 hezar penaberên sûrî yên li Libnanê dijîn. Li gor Karsparteya Bilind ya Penaberan ya bi se NY ve.
Û berê jî deh rêxistinên sivîl ên libnanî di riya helmetekê re ku hefteya bûrî dest pê kiribûn, dijîtiya xwe ji nijadperestiyê re û piştgiriya xwe ji penaberên sûrî re diyar kirin , û pabendiya xwe bi nehêlana belavkirina çenda dijîtiya penaberên sûrî û rêzgirtina li peymanên navdewletî dan xuyakirin, û bihêztirkirina beşdariya penaberan di abûriya Libnanê de.
Û aliyên li ser daxwiyaniyê emze kirine, daxwaza pêşkêşkirina doznameyan ji dadgehan re kirin, her weha handana parêzkaran û rêxistinên mafên mirovan kir ji bo tev bigerin da helmetên ku penaberên sûrî armanc dikin rawestînin, û tekezî li ser pabendiya bi yasayên ku nijadperestiyê wek tewan dibînin kir.
Û Ofesa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîn bi parêzkar û rojnamevan û çalakvanên siyasî yên guhdanê bi karûbarê penaberên sûrî li Libnanê dikin re pêk anîn, û bi wan re behsa binpêkirinên li dijî penaberan dibin, û bizavên yasayî ji bo danîna sînorekî ji wan binpêkirinan re û pêşkêşkirina parastinê û vegerandina mafan kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî