Wezareta Derve ya Emerîkî doh pêncşemê gotina Beşar Elesed ya derbarê hebûna sextekariyrk ragihandinî ji Emerîka û Rojavastanê derbarê kuştara Xan Şêxûn red kir, wezareta derve ya Emerîkî berpirsiyariya rêjîma Beşar di ber êrîşa kîmawî li Xan Şêxûn tekez kir û dibîne ew “tawankariyeke cengê” ye.
Û wezareta derve naveroka hevpeyivîna rojnameya Ferensî digel Esed pirotesto kir. Û berdevkê wê Mark Tonêr got ko Esed “hewil dide pêzanînên şaş pêşkêş bike û nearamiyê çêbike”.
Toner got “Bêguman êrîşên dawî yên bi çekên kîmawî, ji aliyê hêzên rêjîmê ve pêkhatine” û got ko “ev ne tenê binpêkirina yasayên cengê ne, lê di baweriya me de ew tawankariya cengê ye”.
Û wezîrê derve yê Firensa Can Mark Îro di gotineke rojnamevanî ya hevbeş de digel wezîrê derve yê Çînê Wang Bî li Bekînê got: axaftina Esed ya dibêje çîroka êrîşa bi gazê li parêzgeha Idlib “ji sedî sed sexte ye” ev derew e.
Birêvebirê giştî yê Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Ehmed Ozomco ji encûmena Rêxistinê ya cîbicîkirinê re got ku şanda peyketiya rastiyê hin şûnmayînên bûyerê piştî êrîşê kom kirine, û ji laboretorên rêkxistinê re şandine da wan vekolîn bikin.
Ozcomo di daxuyaniyekê de ko bargehê rêkxistinê li Lahay belav kiriye got ku pisporên wê “nuha li ser ravekirina hemû pêzanîna yên ko ji gelek jêderan dane hev berdewam in,” û texmîn dike “karê xwe du-sê hefteyan” bidawî bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans