Mewlûd Çawîş Oxlo Wezîrê karê derve yê Tirkiyê da xuyakirin ku” Rûsiya hîna sivîlan li Sûriyê armanc dike, tevlî rêkeftina ku pêncşemba bûrî li Miyûnix a Elmanî hatibû kirin, derbarê rawestandina tundûtûjiyê di dema hefteyekê de û gihandina alîkariyên mirovahî bi şêweyek yekser bo deverên dorpêçkirî”.
Di gotarekê de ku înê êvarî di sîmînarekê de bi navnîşana”Yekîtiya Oropî û Qeyrana Penaberan”, li kêleka Kongireyê Ewlehiyê yê 52emîn, yê li Miyûnixa Almanî, Çawîş Oxlo da xuyakirin ku bombebarana Rûsiya sibeha înê bû sedema kuştina 16 sivîlan bi kêmanî”.
Çawîş Oxlo bi xurtî tekezî kir li ser giringiya cîbicîkirina biryarên ku di civîna”Girûpa Piştgiriya Navdewletî bo Sûriyê”, ya ku roja pêncşembê li Miyûnixê lidar ket û 9 demjimêran berdewam kir.
Û tekezî li ser giringiya rawestandina herikandina xwînê li Sûriyê di nêzîktirîn dem de kir, û weha got:”Tevlî rêkeftina ku em doh gihiştinê, êrîşên Rûsiya hîn li ser sivîlan berdewam in, û xwendingeh û nexweşxaneyan bombebaran dike, û îro sibehê herî kêm16 kes kuştin, û ev kar dihêle xelk ji malên xwe birevin “.
Doh roja înê hejmarek mezin ji êrîşên asmanî li ser bajar û bajarokên Hims û Heleb û Laziqiyê û Der’ayê hatin kirin, ku di encama yekê ji wan de kuştarek hat çêkirin li bajarokê Xinto yê gundewarê Himsê û 16 şehîd ji sivîlan bûn qurbanî.
Hevbendiya niştimanî Ya Sûrî ev kar dît ku” şirovekirinek piratîk ye ji aliyê Rûsiya ve ji têgeha rêkeftina Miyûnixê re, û Hevbendiyê di daxuyaniyeke berê de gotibû ku armanca bombebarankirina Rûsiya piştgiriya hêzên rêjîma Esed û milîşyayên regezperest yên ku li kêleka wî şer dikin e, wek hewlildanaê ku hejmarek mezintir ji sivîlan neçar bikin ku dest ji malên xwe berdin û koçber bibin.
Jêder: Hevbendî+Anadol