Balyozê Rûsî li gel Netewên Yekbûyî Vîtalî Tişorkîn, duh ragihand ku rejîma Esed bumbebarankirina bi bermîlên teqîner rawestand, û got:” Li gor vê pêşxistinê nema pêwîstî heye ku Encumna Ewlehiyê pirojeya biryarekê goftûgo bike ku gefa ferzkirina cezayan li ser Sûryayê tê de hebe bi sedema bikaranîna bermîlan “.
Tişorkîn di daxuyaniyeke ragihandinê de got” Ev çend sal in em bi Sûryayn re diaxivin ji bo em wan bi pêkirina bilindtirîn pileyên xwegirtinê razî bikin, û ta ji wan were nehêlin ku sivîl bibin qurbanî, û mijara bermîlên teqîner mijareke em bi wan re li ser axivîn “.
Tişorkîn wisa jî got” Hêvî dikim ev pirsgirêk bidawî bibe, ji ber ev çekên ku bi awayekî tewş tên avêtin, ji îro û pêve enema bikar tên”.
Ev daxuyanî, yekser Beşarê Esed derewçîn derdixin, ji ber ku di hevdîtinin tilivzyonî de bikaranîna bermîlên teqîner di şerê xwe dijî milletê Sûrî de nefî kiribû.
Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî tekeziyê dike li ser derçûna biryarekê ji rex Encumena Ewlehiyê ku tê de bikaranîna bermîlên teqîner ji hêla Beşarê Esed ve qedexe bibe.
Hevbendiyê doza pêşxistina biryareke ferzkirinê di Encumena Ewlehiyê de kir bo rawestana bermîlên teqîner ji hêla rejîma Esed ve, û dît ev yek ne li gor biryara Netewên Yekbûyî nemre 2139 e, ku rawestana bumbebarankirina tewş ji sivîlan re di têkêsta wê de heye.
Herweha Hevbendiyê li ser bandora tewşî ya bermîlên teqîner û kuştina wan ji sivîlan re tekez kir, ji ber sivîl rêjeya mezin ji hejmara qurbaniyan in, û pirê wan jî zarok û jin in.
Hevbendiyê doz li Rûsya kir ku êrîşên xwe yên li erd û azman li ser sivîlan ku ne kêmî tawankarî û dijwariya bermîlên rejîma Esed in rawestîne, ji ber Rûsya ji destpêka êrîşa xwe li ser Sûryayê di 30 Ilûnê de bêtir ji 1716 kesî, ku piraniya wan sivîl in kuştiye.
Hevbendiyê ji Encumena Ewlehiyê xwest ku pêrabûnin vebir û aktîv bike bo rawestana êrîşên ku Rûsya bi ser milletê Sûrî de tîne.
Jêder: Hevbendî