Sikirtariya giştî ya ENKSê di civîna xwe ya asayî de duhî li roja 30/10/2015an li bajarê Qamişlo, pêşhatên siyasî di dema civînên herêmî û navdewletî yên lidar dikevin derbarê paşeroja Sûriyê gengeşe kirin, der barê vê yekê tekezî hat kirin “li ser dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re ligor daxuyaniya Jinêv 1 û bidawîkirina şer û wêrankariyê û dirustkirina desteyeke hikumraniya Veguhêz bo avakirina dewleteke fedral û demokratîk ku têde mafên hemû pêkhateyan misoger bibin, hevşan ligel rûbirûbûna girûpên terorîst û danîna sînorekî ji wan re, herwiha tekezî hat kirin li ser girîngiya tevgerek bi xurtî ji aliyê Nivîsîngeha Pêwendiyên Niştimanî Û Derve ya Encûmenê bi awayekî bihêz û berdewam, ji bona raguhestina nêrîn û helwesta ENKSê derbarê çareseriya siyasî bo hemû aliyên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê li gor bûyerên siyasî û hewldan ji bona yekrêziya helwesta kurdî di navbera ENKSê û Tev-Demê de derbarê kêşeyên çarenivîsên gelê kurd li Sûriya”.
Herwiha Sikirtariya giştî ya ENKSê bal kişand li ser rewşa gelê kurd li Suriyê û li ser rewşa navçeya kurdî ya rastî gelek astengî û nexweşiyan dibe, bisedema siyaset û kiryarên tirsandinê û derxistina biryar û fermanên yekalî ji aliyê rêveberiya PYDê ve, wek leşkeriya kotekî û sepandina rêbazên xwendinê û girtina dergehên dibistanên seretayî û sepandina bac û bêşan û destdanîna li ser samanên welatiyên kurd û girtina çalakvanên kurd û girtina dergehên Nivîsîngeh û baregehên pariyên ENKSê û yên Civaka sivîl.
Di vê mijarê de sikrtariya Giştî tekezî li ser berdewamkirina bizav û çalakiyên li ser qadê kir ji aliyê Encûmenên xwecihî yên ENKSê ve, ji bona redkirina sepandina rêbazên xwendina PYDê û girtina xwendingehan li navçeya kurdî, tevî arastekirina nameyên nerazîbûnê bo layen û rêxistinê navdewletî yên pêwendîdar bi rêbazên fêrkirin û karubarên zarokan.
Li ser biyavê metirisya DAÎŞê û girûpên mîna wê li ser navçeya kurdî, Civînê tekezî li ser girîngiya derbasbûna pêşmergeyên rojava kir ji bona berevaniya di ber navçeyên kurdî de, û ji bona danîna sînorekî ji gotinên PYDê re yên dibêjin ku ew takealiyê berevaniya Gelê Kurd e, di dema ku ew bi xwe dibe sedema koçbarkirina bihezaran kur û keçên gelê kurd bisedema sepandina leşkeriya bizor û kotekî.
Jêder: Hevbendî