Şanderê birîtanya yê taybet bo Sûriyê Garîs Baylî got ku Rûsiya dixwest di riya danûstandinên aştiyê yên cinêvê re Rikberiya Sûriyê têk bibe, û destnîşan kir ku armanca Rûsiya ya sereke bihêzkirina rola rijêma Esed di wan danûstandinan de bû.
Îro çarşembê di nivîsekê de di malpera xwe ya kesayetî li ser Tiwîterê belav kiribû, Baylî diyar kir ku:”Rûsiya xwest di riya danûstandinên Cinêvê re, Opozisyona Sûriyê li Helebê têk bibe”.
Û Baylî bal kişand ser ku êrîşên Asîmanî yê Rûsiyê ne tenê Opozisyona miyanrê ya Sûriyê armanc kir, lê belê armanckirina wê giha hejmarek mezin ji sivîlan .
Şanderê Birîtanî daxwaz ji Rûsiyê kir ku helwesta xwe di danûstandinên Cinêvê de destnîşan bike û got:”divê Rûsiya beşdariya xwe di danûstandinên Cinêvê de binirxîne, û biryarê bide ku ew aliyek piştgir ji aştiyê re ye yan na”, û got ku” bombebarankirina berdewam, bawerî bi rastiya Rûsiya di pabendiya bi danûstandinan yên ku NY serpereştiya wan dike her weha bi Rastiya biryara Encumana Ewlekariyê ya 2254 têk bir.
Û weha berdewam kir:”Rûsiya nikare bibêje ku cihek wê li ser maseya danûstandinan heye, di dema ku ew sivîlan dikuje û rikberiya miyanrê bi mebest bombebaran dike, ta radeya ku me armanckirina nexweşxaneyan û dibistanan û nanpêjgehek ku NY piştgiriya wê dike dît”.
Û Baylî tekez kir ku welatê wî di wê di piştgiriya Opozisyona Sûrî de berdewam be û destnîşan kir ku:”Dnûstandinên Cinêvê derfeteke ji bo prosesa veguhestina siyasî ya ku giring e ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê”, û bang da Rûsiya ji bo dest ji riftarên xwe yên bi-ziyan berde, û viyana xwe ya derbarê çareseriya aştiyane ya ku pê bang dike biçesipîne”.
Baylî bi nivîsa xwe re ya li ser Tiwîterê nexşeya Sûriyê belav kir û li ser nivîsî bû:”êrîşên asmanî yên Rûsiyê di dema danûstandinên aştiyê li Cinêvê”, têde êrîşên asîmanî yên tund yên li ser Opozisyona Sûriyê li parêzgehên Heleb û Laziqiyê diyar dike.
Hêjaye gotinê ku danûstandinên hefteya bûrî yên taybet bi Sûriyê li Cinêvê çêbûn, hatin helawîstin ta 25ê sibata niha em têde, ji encama necidiyeta Rûsiya û rêjîma Esed û redkirina wan ji cîbecîkirina herdû bendên 12 û 13 ji biryara NY, yên daxwaza rawestandina bombebaranê û vekirina dorpêçkirinê û gihandina alîkariyan û berdana girtiyan dike.
Jêder : Hevbendî+Ajans