Rêxistina Lêbûrînê Ya Navdewletî (Emnistî) hêzên Esed bi pêkanîna “Tawanên Cengê” dijî sivîlên li devera Xûta Rojhlatî li Gundewarên Şamê tawanbar kirin, hişyarî da ku berdewamiya bumbebarankirin û êrîşên azmanî derdeseriya hemwelatiyan giran dike.
Rêxistinê duh raporek derxist bi navê ” Bo Mirinê di Bin Dorpêçkirinê de Hatin Hiştin.. Tawanên Cengî û Binpêkirinên Mafê Mirovn Li Xûta Rojhilatî”, tê de got:” Dorpêçkirina hêzên Esed bo Xûta Rojhilatî, û kuştina bê yase ji sivîlên wê re, ku mîna beşekî ji êrîşeke berfireh çêdibe, ji bilî ku ew êrîşeke rêbazkirî ye li ser xelkên sivîl, û digihê asta tawanên dijî mirovahiyê”.
(Emnistî) pêkanîna hêzên Esed di navbera meha Çileya Paşîn û Pûşberan de bêtir ji şêst êrîşên azmanî li ser Xûta Rojhilatî belge kirin, ku di encamê de derdora pênsed kesê sivîl hatin kuştin.
Berdevkê bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El- Mislit zincîra kuştarên berdewam ku rejîma Esed li Bakurê û Başûrê welat bikar tîne şermezar kirin. El – Mislit bal kişand ku ev gurkirina tawankarî ku Esed vê dawiyê bikar tîne nameyek diyar e bo hêzên navdewletî û her kesê piştgiriya vî tiroristî dike ku çênabe ew hevparê aştiyê be, ew hêja ye rekehekê ku tê de mîna tawankarekî cengê dadgeh bibe.
El – Mislit got:” Rewşa tawankarî a riswakirî û berdewam ku Esed li ser Civaka Navdewletî rêve dibe, berpirsiyariya parastina sivîlan di riya hemû awayan û di serî de devera Aram ferz dike “.
Jêder: Hevbendî – Ajans