Roja Sêşembê 11.08.2015an birêz Ced’an Elî “Nûnerê Tevgera Çaksaziya Sûriyê” li herêma Kurdistanê wek serokê nû yê Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Herêma Kurdistanê li şûna Nûrî Birîmo serokê nûnerîtiyê yê berê hate hilbijartin.
Li ser evê babetê Feysel Yûsif “Hevrêzkarê Tevgera Çaksazya Sûriyê” li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsandiye”hilbijartina Ced’an heye bibe fakterê xurtkirina rola Nûnerîtiya ENKS ya Herêma Kurditsnê di xizmeta gelê Kurdên Sûriyê û bi taybetî yên ko li Kampên Penaberiyê li bajarên Herêma Kurdistanê , bi kirina hemû bizavên berdest ji bo aktîvkirina karê Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî di biwarên corbicor de.”
Jêder : Hevbendî+ Rojava