Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe ya îro de yaku bi boneya vejîna roja bîranîna tevaya qurbaniyên cengên kîmawî ya dikeve 30 çirya paşî ji her salekê derketiye, tekez kir ku dadwerî bêyî sizakirina serokê rayedariya artêşa rijêmê yê berpisyar di ber kuştina nêzî 1500 welatiyên Sûrî û birîndarbûna 12hezarê dîtir pêk nayê.
Û raporê bal kişand ser ku rijêm hîn danpêdanê nake ku wê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî xapandiye, ji ber ku saziyên rijêmê yên pispor di berhemdana cebilxaneyên kîmawî de berdewam kirin, û di pêşxistina pirograma çekên kîmawî de piştî ku tevlî peymana qedexekirina çekên kîmawî di sala 2013yan de bûye berdewam kir.
Û raporê anî ziman ku rijêma Esed pabendî bi muhleta 90 rojî yaku di rapora Emîndarê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî a di 14 çirya pêşî 2020an derketiye nekir, û avahiyên ku têde çekên kîmawî nûjen kirine yên ku di êrîşên Elletamine de bikaranîne ranegihand, û ne jî cihê çi çekên kîmawî yên niha li cem ragihand, û ne ti avahiyên ku çekên kîmawî têde çêdike diyar kir.
Û raporê bal kişand ser ku têkçûna civaka navdewletî ya tam a ku tenê bi daxwiyaniyên şermezariyê kiriye, destûr daye rijêmê ku destdirêjiyê di cûrbecûr rengên binpêkirinê de bike, û wê sistiya navdewletî hişt ku bi awayekî dubare rêkeftina ku 193 dewletan li ser îmze kirîiye û pabendî bi rengekî mezin pê kirine binpê bike, di dema ku rijêmê ti pabendiya eşkere derbarê embarên kîmawî li ba xwe nekir.
Û Rapora Tora Mafnasî 222 êrîş bi çekên kîmawî ji 23 kanûna pêşî sala 2012yan de ta 30 çiriya paşî 2020 tomar kir, û saziyê di rapora xwe de got ku nêzî 217 êrîşan li ser destê hêzên rijêmê bûn û 5 li ser destê rêxistina dais bûn.
Û raporê diyar kir ku êrîşên kîmawî bûn sedema kuştina 1510 kesan, jê 1409 sivîl bûn, û di nav sivîlan de 205 zarok û 260 jin û 94 ji şoreşgeran û 7 ji dîlên rijêmê yên li bal şervanên çekdar hebûn, û tevaya êrîşan bûn sedema birîndarbûn û pêketina 11080 kesî, hin ji ber êrîşên rijêmê û 132 kes jî ji ber êrîşên rêxistina Daiş ê bûn.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Civata Ewlekarî kir, ku cizayên aborî û siyasî û leşkerî li ser rêjîmê bisepînin, û daxwaz ji hevalbendên rêjîmê kir ku bikaranîna wê ya çekên kîmawî şermezar bikin, û bi dewletên cîhanê re bixebitin da ku rêjîmê ceza bikin, û fişarê li ser rêjîmê bikin daku tevlî pirosesa siyasî ya rasteqîn bibe, dûrî deshilatiya tek a malbatekê, daku bibe alîkar di rakirina cezayan û derbasbûna ber bi demokrasî û aramiyê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî