Girûpek saziyên mafnasî, di beyaneke hevbeş de, daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku li hember rewşa mirovî ya metirsîdar yaku sivîl li Idliba bakurê rojavayê Sûriyê tê de dijîn derkevin, û wan saziyan hişyarî dan derbarê astengiyên ku dê li pêşiya wan çêbibin eger careke din şer li Idlibê derkeve.
Û di beyana hevbeş ya ku doh derketiye de hatiye ku “Idlib beramberî kirîzeke mirovî tê, ya ku bi berdewamiya operasyona leşkerî” ya Rûsiya û rijêma Esed serpereştiya wê dikin kambaxtir dibe.
Û beyanê amaje bi metirsiyên ku li pêşiya sivîlan hene kir, ji encama bombebarana bêserûberî û armanckirina jêrxaneya bingehîn, tevlî nexweşxane û dibistanan jî, ji hêla rijêmê û balafirên Rûsiyê ve, û kuştina rijêmê ya bimebest ji hejmarek pîrejinan re.
Û beyanê tekezî kir li ser giringiya ku civaka navdewletî tevaya aliyan neçar bike da pabendiyê bi agirbestê bikin li Idlibê, û vekirina derfeta gihiştina alîkariyên mirovî bo sivîlên lê dijîn, û daxwaz ji ofîsa emîndarê giştî yê netewên yekbûyî kir ku sardana deverê û derwazê sînorî bi Tikiyê re bike.
Û beyanê emîndarê giştî yê NY, Antonyo Goteres, han da li ser ragihandina encamên ku komîta vekolînan ya NY gihiştiyê, derbarê tewanbarên bi armanckirina jêrxaneya bingehîn a sivîl, û armanckirina rêbazkirî ji navendên tenduristî re li Sûiyê.
Û beyana saziyan bang li tevaya aliyên navdewletî kir, ji bo alîkar bin bi “Mîkanîzma Navdewltî ya Bêlayen û Serbixwe” û “ Şandeya Şopandina Rastiyan” re, di danheva nîşan û delîlên binpêkirinên metirsîdar ên ku di êrîşên dawî de li Idlibê û deverên bakurê rojavayê Sûriyê pêkhatine, û karkirina ji bo cîbicîkirina dadmendiyê di riya peyketin û dadgehkirina tewankaran re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî