Şaxên ewlekarî yên rêjîma Esed hîn di kuştina girtiyên di zîndan û girtîgehan de berdewam in, û penaberekî Filestînî ji niştecîyên bajarê Misyafê ya girêdayî parizgeha Hemayê di zîndanên rêjêmê de ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest da, piştî girtina wî bêtir ji sal û nîvekê.
Û Giropa Kar bo Filestînîyên Sûriyê, îro şemiyê, diyar kir ku penaberekî Filestînî bi navê Mihemed Zirêq di bin îşkenceyê de hate kuştin, û giropê got ku berê Mihemed 3 caran hatibû girtin ji ber beşdariya wî di xwepêşandanên aştyane de li taxên şamê û gundewarê wê.
Û tîma şopandinê di Giropa kar de tekez kir, ku 617 kes ji penaberên Filestînî li Sûriyê di bin îşkenceyan de li ser destê endamên asayîşên rêjîmê û milîsên pêre dixebitin canê xwe ji dest dane, di nav de zarok û jin û kal û pîr jî hebûn.
Û Giropa kar di daxwiyaniyeke xwe de berî bi demekê anî ziman, ku wê bêtir ji 5258 penaberên Filestînî yên rastî binpêkirinên govdeyî ên mezin hatine belge kiriye, û Giropê birîndarbûna bihezaran ji ber sedemên cûrbecûr ji destpêka birêketina şoreşa sûriyê de sala 2011an de tomar kiriye.
Tê zanîn ku şaxên ewlehî yên rêjîma Esed, nasnameya girtiyan radestî bi dehan ji xwediyên qurbaniyên Filestînî kirine, lê xwediyê wan qurbaniyan ti agahiyan nadin kesî ji tirsa endamên rêjîma Esed, lê li gorî dîdevaniya kesên ku ji girtîgehan hatine berdan; pir kes ji penaberên Filestînî di girtîgehên rêjêmê de hatine kuştin, bêyê ku navên wan ji kesî re bêjin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî