Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kir, ku li hemberî komkujiyên bi destê rejîma Esad yên li dijî sivîlan li Sûriyê dibin raweste, û daxwaza rawestandina êrîşên leşkerî li Idlib û parastina welatiyên wê yên sivîl kir.
Graham duhî li êvara duşemê li ser twitterê ragihand ku divê serokê Amerîka û cîhan tev li ser êrîşa rejîmê Esed li ser Idlibê biaxêvin.
Senator got ku komkujî li wir li dijî sivîlan têne pêkanîn û koçberiyeke mezin ji ber vê yekê peyda bûye, û got: “Êdî dem hatiye ji bo ku dinya li dijî qesabê Şamê raweste “, û bang ji bo parastina Idlibê kir.
Û Senatorê Komarîxwaz, Lindsey Graham, di destpêka nîsana sala par derbarê failê Sûrî gotibû: ku serokê Amerîkayê Donald Trump li pêş qonaxeke hestyar e, piştî dijberiya li hember Bişar Esed ji ber bikaranîna çekên kîmyayî.
Graham di wê demê de jî diyar kiribû ku : “heger (Trump) gotina xwe cêbicê neke, wê demê wê lawaz bibe di çavên Rûsya û Îran de, û got: Berêz Serok; lewra niha dem gelek girîng e, ku divê hûn bicihanîna nivîsînên xwe yên we li ser twitterê weşandî rabin , ku tu rijdiya xwe xuya bike ne wek ya serok Obamayê berê”.
Daxuyaniya nû ya Senatorê Amerîkî hat piştî berfirebûna hevpeymaniya rejîma Esed û Rusyayê bi rêya êrîşkariya li ser Idlib û Hemayê, ku çend gund û bajarok, nexweşxane û navenda parastina sivîlan bi giranî bi balafiran tên topbarankirin, ku bûne sedema mirin û birîndarbûna bi dehên welatiyan, û koçberkirina zêdetir ji 300 hezar kesî ji deverên armanckirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî