Hindek serbazên Rûsî tirsa xwe dan xuyakirin ji şandina wan bo şerê Sûriyê, hevdem tirs ketiye di dilê hêzên Rûsî de yên çaverêkirî ku werin Sûriyê.
Duhî roja înê malpera Rûsî “Gazîta” ya nûçegehanî, nûçeyek belav kir ku hin serbazên Rûsî dane eşkerekirin ku ew hatine agehdarkirin ji bal fermandarên xwe ku xwe amade bikin bo çûna navçeyeke “Gerim”; ku paşî hat xuyakirin ku ew navçe Laziqiyê ya li ser peravê Sûriyê ye.
Di raporta heman malpera nûçegehanî de raportek hat li jêr manşêtê “Serbazên Rûsî çûna li Sûriyê ret dikin: Em naxwazin herin li wir û bimirin”, ku malperê li ser zarê hindek serbazên Rûsî yên yekîneyeke fermandariya navçeya rojhilat ya leşkerî gotiye, dema ji were bêjin emê we bişînên navçeyeke gerim wê demê pêwîst e hayîdar bin ji marên pêvedanê û çawa bikin dema bi dîl bêne girtin”.
Dîsa hatiye ku pasport ji serbazan re hatine derxistin, û wan hizir dikir ku wê wan bişînin Dunbasê li rojhilatê Okraniya, lê dema berdewamî dan melavaniyê di rûbarê Don de yê dirêjiya wê 1870km û dikeve başûrê rojavayê Rûsiya, wan wê demê zanî ku berê wan nediyar e, û di wê demê de şerê li Sûriyê hat li bala serbazekî, lê yekser nûnerê desteya erkana giştî yê ku roja 16 heyva niha hatî û ew agehdar kirin ku wê wan bişînin bendera Laziqiyê li Sûriyê ew gomana wan ji serê wan rakir.
Ligor axavtina serbazekî ku hin ji wan naxwazin biçin Sûriyê û ku wan fermandarên xwe bi vê yekê agehdar kirine, lê daxwaza wan hatiye retkirin û hatine hayîdarkirin bi sizayên leşkerî dema fermanan nepejirênin.
Ev yek hevdem tê ligel gerimuguriya destêwerdana leşkeriya Rûsiya di Sûriyê de û hinartina palpiştiyên zêdetir ji Mosko bo piştgiriya rêjîma Esed di şerê wê yê hovane de li dijî gelê Sûriyê.
Li aliyek din endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Fayiz Sara gotibû: ” piştgiriya Rûsiya ji rêjîmê re nerewaya ye ji encamê pêkanîna kuştaran di derheqê sivîlên azadîxwaz û şerefmend, û bikaranîna çekên qedexekirî û gazên jehrdar; ku binpêkirinek e ji yasa û nerêtên navdewletî re, û ev yek nabe ji ber ku Mosko endamekî hertimî ye di Encûmena Ewlekariyê de û jê tê xwestin ku bi roleke erênî rabe û pişkdariyê neke di zêdekirina wêrankarî û xwînrijandinê li Sûriyê”.
Herwiha Sara tekez kiribû ku hêzên rûsî wê li Suriya gelek tiştan bibînin, û wê rêka wê ne bi sanahî be ku wê rastî êrîşên şoreşvanan bên yên hêz û himeta xwe tînin ji şoreşekê ku pasdarên Îranê û çeteyên Hizibulaha terorîst têkşikandin û tevî çeteyên afxanistanê yên melayên Îranê wan dişînin Sûriyê.
Jêder:Hevbendî+Elqebes