Hemû serkirdeyên cîhanê, duh, di rûniştinên Komeleya Giştî a Netewên Yekbûyî de Li New Yorkê tekez kirin :” Beşarê Esed tu rol jê re di qonaxa veguhêz û paşeoja Sûrî de tune ye”.
Serokê Emrîkî Barak Obama, yê Frensî Franswa Holand, Serokwezîrê Birîtanî Divêd Kamîron, Serokwezîrê Tirkî Dawud Oxlo, û Mîrê Dewleta Qeter Temîm Bin Hemed, di rûniştinên Komeleya Giştî a Netewên Yekbûyî de li New Yorkê tekez kirin ku ” Tu rol ji Beşarê Esed re di paşeroja welat de tune ye”.
Serokê Emirîkî Barak Obama di gotina xwe de li pêş Komeleya Giştî tekez kir ku divê hebûna Beşarê Esed ê ku bi “Zordar” ew binav kir, di qonaxa veguhêz de li Sûryayê tune be.
Obama diyar kir ku divê hemû bizanibin piştî vê xwîna hat rijandin, û kuştarên li ser destê rejîma Esed pêk hatin, veger bo rewşa bûrî tune ye.
Herweha tekez kir ku Esed nikare aştiyê bo milletê Sûrî peyda bike, destnûşan kir ku ew sedema kuştina dehên hezaran ji wan bû, çi bi çekê kimawî di dema bûrî de, û çi bi bermîlên teqîner niha.
Serokê Firensî Franswa Holand ji hêla xwe ve, di gotina xwe li pêş Komeleya Giştî dît ku çi veguheztinek siyasî li Sûryayê divê koçkirina Beşarê Esed berçav bigire, û tekez kir ku :” Tu kes nikare tu çareyên siyasî ” bi hebûna Esed bibîne.
Herweha serokwezîrê Tirkî Ehmed Dawud Oxli tekez kir ku tu rola Beşarê Esed di paşeroja Sûrî de tune ye, û helwesta Tirkyayê di vî derbarî de pir zelal e, ew jî qonaxeke veguhêz bê Esed e.
Dawud Oxlo lihevkirina xwe bi helwesta serokê Emrîkî Barak Obama re derbarê destpêkirina qonaxeke veguhêz ku koçkirina Esed misoger bike anî ziman, û di vî warî de destnîşan kir” Divê em di bîr bînin ku piştî kuştina bêtir ji 300 Hezar kes ji Sûriyan, û piştî burandina 4 salan, em li pêş Diktatorekî ne ku dest datiye ser 14% ji xaka Sûrî, vêca çawa diktatorekî mîna wî dikare qonaxeke veguhêz birêve bibe?!”.
Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de bi nûnerên ketîbeyên leşkerî re ku li Bakur, Başûr, û orteya Şam û derdorê belavbûyî ne civiya bû, û li ser neqebûlkirina Beşarê Esed di qonaxa veguhêz de û paşeroja Sûryayê de, herweha neqebûlkirina hemû hewldanên bo hiştina wî piştî ku milletê Sûrî bisedê hezaran şehîd danîn û bajar û jêrxaneya wê hatin wêrankirin û bi melyonan ji xelkê wê koçber bûn tekez kirin.
Herweha di daxuyaniyekê de ku duh ji hêla Desteya Siyasî ve derket tekezî li ser ku hebûna Rûsî li ser erda Sûrî bo parastina Esed ji rûxandinê ne di xizmeta çareya siyasî de ye, kesên civiyayî tekez kirin ku Rûsya di tu deman de nebûye navgîn, lêbelê hevparê rejîmê bû, û ev hebûna leşkerî wê rewşa Sûrî li bin guhê hev bixe, êşê mezintir bike, kuştinê û wêranê bêtir bike.
Jêder: Hevbendî