Îro roja 30/09/2015 şandeyek ji nûnerayetiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê, çavpêketinek bi Kondî nûnerê Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê û Îraqê re encam da, bo şirovekirina baredoxên Sûriyê bi giştî û bi taybetî yên navçeyên kurdneşîn li Sûriyê.
Di hevdîtinê de Nûnerayetiya ENKSê bal kîşand li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê û yên di kampên penaberiyê de û bêhtir bal hat kişandin li ser dabînkirina derwazeyan bo gehandina alîkariyên Mirovî li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî bo hindurê Welat, tevlî pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberên kurd li Herêma Kurdistanê.
Li aliyek din yê hevdîtinê bal hat kişandin li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyan bo xwendekar û qutabiyên kurd bo berdewamîdana xwendina xwe tevlî piştgiriya dibistan mamosteyan .
Ji aliyê xwe ve berêz Kondî amadebûna nûnerayetiya Netewên Yekgirtî da xuyakirin bo berçavgirtina daxwazên nûnerayetiya ENKSê li Herêmê û soza pêşkêşkirina sercem alîkariyên berdest da.
Jêder:Hevbendî+Rojava News