Lîwayê Fursan Elheq yê ser bi artêşa Azad ve derçûna duwemîn xula hêzên xwe yên piyade ji 80 serbazî ragihand, piştî ku hatin rahênan bi meşqên serbazî bo mawê 45 rojan li bakurê Sûriyê di hindur serbazgehên taybet yên Lîwayî de.
Feramdeyê Lîwayî pêşewa Faris Elbiyoş di daxuyaniyek taybet de bo Nivîşîngeha Ragihandinê got ku derçûyên xulê hatine perwerdekirin li ser çek û oparisyonên şer yên serbazî û li ser pabendî û baweriyê, û diyar kir ku serbazgeh têne birêvebirin bi çavdêriya efserên pirofîşnal yên cudabûyî ji rijêma Esed.
Elbiyoş got ku Lîwa wê şer bike heta rizgarkirina tevaya xaka welat ji dest rêjîma Esed û çeteyên Hizibulaha terorîst û pasdarên Îranê, tevî dijberiya rêxistina terorîst ya DAÎŞê, hevdem dupat kir ku serbazên Lîwayê pabend in bi binema û piransîpên Şoreşê û bizavê dikin ji bona bidestanîna armancên gelê Sûriyê û bidestxistina azadî û rûmetê.
Elbiyoş da xuyakirin ku Lîwa ji sê rojan ve dest bi sêyemîn Xula xwe kiriye û ji 117 meşqxwazan pêktê ku wê bi dirêjîya sê heyvan bêne meşq û perwerdekirin.
Hêjayî gotinê ye ku Lîwayê navhatî li 10 Êlûna 2012an hatiye damezrandin, ku berê ji Tabûra Firsan Elheq pêkdihat yê hatibû damezrandin di destpêka sala 2012an de, û niha li gundewarên başûrê Idlibê û rojavayî Helebê kar dike.
Jêder:Hevbendî