Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan aşkere kir ko wê operasiyoneke leşkerî di van çend rojên dahatî de li rojhelatê Feratê lidijî milîtanên PYD pêk bîne, û destnîşan kir ko operasiyon hêzên Emerîkî amanc nake.
Erdogan di gotina xwe ya evro de got: ‘’Me amadekariyên xwe yên pêdivî tekûz kirine, di heman çaxê ko me hişyarî derbarê rojhelatê feratê didan‘’ , û tekez kir ko Tirkiyê di çend rojên dahatî de dê bi operasiyonekê rabe bo herêma rojhelatê ferat li Sûriyê ji rêkxistinên tirorist – li gor ew binav dike-rizgar bike.
Derbarê bajarê Minbic ê rojhelatê Helebê got: ‘’Tektîkeke berepêkan ji hêla Emerîka li Minbicê dihat meşandin û hêj berdewam e‘’, û got: ‘’ tev ko niştecihên bajarê Minbic 80-85% Ereb in, lê bajar di bin destê rêkxistinên tirorist de ye. ‘’
‘’ Emerîka nikare tiroristan ji wê deverê derxîne, naxwe emê wan derxînin, êdî nema tê qedandin‘’, û weha berdewam kir: ‘’Tête gotin ko çalakbûna rêkxistina Daiş di 150 KMên çargoşe de hîn berdewam e, eger mijar ev tenê be, em niha amade ne yekser sînorekî ji endamên Daiş re deynin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî