Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duhî pêncşembê di hevdîtinekê de digel hejmarek ji xortan li paytexta Tirkiyê Enqere got ku danpêdana serokê Emerîka Donald Trump bi desthilatdariya Israyîlê li ser herêma Colana Sûrî; hîç nayê erêkirin, ne li Netewên Yekgitî û ne jî li Encûmena Ewlehiyê .
Erdogan di hevdîtina xwe ya di rêya toreyên medya civakî (Facebook, Tiwiter û Instigram) re dihate weşandin, got: Biryarên Netewên Yekgirtî dibêjin ku Colan xaka Sûriyê ye, û mafê Israyîla dagîrker li ser wê herêmê nîn e.
Erdogan destnîşan kir ko: ‘’Trump bawer dike ko ew fermanberê hemû cîhanê ye. Em jê re dibêjin tu nikarî her tiştê bixwazî bikî ‘’, bêtir got: ‘’Hefteya bûrî min telefona serokê Firensî kir, û pirsa nerîna wî derbarê biryara Trump kir, ji min re got: Nerîna min jî wek ya te ye, û ji min re got dê ewê digel Trump bicive û redkirina xwe ji biryarê re jê re bêje. ‘’
Serokê Tirkî got ku dewletên kendava Erebî û yên Misilman helwesteke tund nestandine, û ev yek mirov xemgîn dike, û got ku ew ê her bizavê bo piştgiriya umeta islamê bike, bê ko guh bide ka serpereşt çi dibêjin.
Erdogan tekez kir ko ew li gora erkê xwe berevaniya kêşeyên umetê dike, ji ber ku ew vê rola nuha serokê Rêkxistina Hevkariya Islamî ye, û ew dê her wisa be eger dewletên islamî li ser helwestên xwe yên şermok jî bimînin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê jî tekez kir hewildanên serokê Emerîkî Donald Trump ji bo dagîrkirina Israyîlê ji xaka Colanê re rewa bike ‘’binpêkirinek e ji yasaya navdewletî re û yasaya daristanê tekez dike ‘’, û hişyarî da civaka navdewletî ji ‘’ bêdengiya li himber amajekirinên ku yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê armanc dikin‘’.
Rojnameya Financial Times ya Birîtanî dibîne ko biryara Trump metirsiyeke mezin e, û dîsa binpêkirina rewiştên navdewletî diyar dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî