Amerîka roja înê şeş wezîrên rijêma Esed û hin berpirsên bankeke Rûsiya xistin di lîsteya xwe ya reş ya sizayên abûrî de, ji ber rola wan di “kiryarên tundutîjiyê” de, yên li tevahiya Sûriyê ji aliyê rijêma Esed û milîsên mezhebperist yên di bin fermana rijêmê de hatine encamdan.
Û navê wezîrê darayî Mamûn Hemdan û wezîrê neftê Alî Xanim û tevî fermandarê banka navendî Durêd Dirxam di serê lîsteya sizayên wezareta gencîneya Amerîka de hatin, ku wê pereyên wan yên li Amerîka bêne cemidandin, û wê ji aliyê darayî de bêne blok-kirin.
Û wezerata gencîna Amerîka da zanîn ku her kes û kompaniyên hatîn sizakirin destê wan di piştgiriya Rijêmê de heye, û kar kirine bi navê Rijêmê yan beşdar bûne di pêşxistina pirogramê” çekên wêrankaiya giştî de”, ya ku ji aliyê Rijêmê hatiye pêşxistin, herwiha kompaniya “Ecnîhet Alşam Ya Firokan” û du kompaniyên Ramî Mexlûf, kurxalê Esed, ketin dibin heman sizayan de, ku berê navê Ramî Mexlûf ketibû di nav lîsteya reş ya Amerîka de.
Û Beljîka ji aliyê xwe ve, destxweşî li komeleya giştî ya NY kir, li ser standina biryarekê ji bo dirustkirina mîkanizma piştgiriya dadgehkirina encamderên tawanên şer û binpêkirinên xirab ji yasa navdewletî re li Sûriyê , yên li ser destê Rijêmê û milîsên wê hatine encamdan.
Herwiha cîgirê serokwezîrê Beljîka û wezîrê wê yê karubarê derve Dîdîyê Rîndirz, ev biryar bi “gavek giring û berçav” binav kir, ji bo nehêlana felata tawankaran, ji ber tawanên hovane yên li Sûriyê her ji destpêka şoreşa Sûriyê de û heta niha kirine, ku xelkê Helebê ji kok ve têne koçberkirin li ber çavê civaka navdewletî.
Ku tekesta biryarê ya hatibû pêşkêşkirin ji aliyê Qeter û Lîxinştayin ve, û roja pêncşemê ji aliyê NY hatibû pesendkirin, di tekesta wê de dirustkirina tîmeka taybet hatiye ji bo “komkirina belgeyan û bihêzkirin û parastin û şirovekirina wan”, û herwiha ji bo amadekirina doseyên tawanên şer û binpêkirinên mafên mirov, yên hatine encamdan ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê di heyamê şeş salan de.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji civaka navdewletî kiribû ku bi erkên xwe yên mirovî rabe, derbarê rewşa bobelatî ya Sûriyê û bi tayebetî rewşa bajarê Helebê, û hevdem cext li ser giringiya pêwendiyan ligel sercem rêxistinên xwecihî û navdewletî kiribû ji bo sivikirina barê êş û azarên koçberên bi neçarî hatine derxistin ji malên wan û ji bo rizgarkirina sivîlên dorpêçkirî yên di Helebê de hatine dorpêçkirin ji aliyê rijêma Ezed û çeteyên mezhebperist ve.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê / Wekalat