Emerîka tekez kir ko paşeroja Sûriyê dê bêyî Beşar Elesed û malbata wî be, û got ku giring e di qonaxekê ji qonaxên operasiyona siyasî de derkeve.
Wezîrê derve yê Emerîkî Rîx Tîlirson di daxuyaniyên xwe de yê doh înê li kêleka komcivîna “Kombûna bîstan” li Hamburgê got ko Emerîka “çi rolê ji malbata Esed re di desthilatdariya Sûriyê de di paşerojê de nabîne.”
Wezîrê Emerîkî diyar kir ko di qonaxekê ji qonaxên operasiyona siyasî de wê veguhestin çê bibe, û wê Esed û malbata wî ne têde bin, û bêtir got ko çawaniya çûna Esed hêj nehatiye destnîşankirin.
Li kêleka Komcivînê hejmarek hevdîtin di navbera serokên dewletan de çêbûn, û dosya Sûrî ket nav çendîn gengeşeyan de, ew berî du rojan e ji destpêka gereke nû ji danûstandinên Cinêvê, tako bigihên çareseriyeke siyasî û damezirandina desteyeke desthilatdar bi hemû karînên cîbicîkirinê evlî karên Beşar Elesed jî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans