Serokê Amerîka Doland Tiramp sizayên ji aliyê rêveberiya serokê berê Barak Obama li ser rijêma Esed hatibûn sepandin nû kirin, û herwiha bikaranîna “tundutîjiya hovane ya rijêma Esed û binpêkirinên mafên mirov” şermezar kirin.
Serok Tiramp di nameyekê de ji bo serokê kongirês û serokê encûmena pîran got ku “şerê hovane” yê rijêma Esed li dijî gelê Sûriyêgef û metirsî ye, ne tenê li ser gelê Sûriyê, lê herwiha dibe hokarê nearamiya tevaya navçeyê.
Tiramp di nameya xwe de kiryarên Rijêmê û bikaranîna çekêm kêmyayî û biyolojî û herwiha piştgiriya Rijêmê ji “rêxistinên terorîst” re şermezar kirin, tevî şermezarkirina destêwerdanên Rijêmê di karubarên Libnanê de û pûçkirina karînên hikûmeta Libanê ku nema kare bi awayekî kartêker tevbigere, û Tiramp ev yek wek metirsiyek mezin li ser ewlehiya netewî û siyaseta derve û aboriya Amerîka dît.
Tiramp got ku Waşinton daxwaza rawestandina şerê hovane yê li dijî gelê Sûriyê ji aliyê rijêma Esed ve dibe dike, û herwiha daxwaza rawestandina karên dijminkarî û rêxweşkirina gihandina alîkariyên mirovî û daxwaza danustandinan ji bo destpêkirina piroseya veguhestina siyasî li Sûriyê dike.
Hêjayê gotinê ye ku Amerîka ji berê de 271 karmendên navenda lêkolînên zanistî ya berpirsa pêşvebirina pirogramê çekên kêmyayî xistibûn di nav lîsta reş de piştî çend hefteyan ji êrîşa kêmyayî bi gaza sarîn li ser bajarê Xanşîxon li Idlibê, ku bibû sedema kuştin û birîndarbûna bidehên mirovan.
Jêder: Ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat