Encumana Ewlekariya Netewî Ya Tirkiyê tekezî kir li ser giringiya nebeşdarkirina rêjêma Esed û rêxistinên terorîst wek DAIŞê û Partiya Yekîtiya Demoqrat û destekê wê yê leşkerî milîşiyên”Yekîneyên Parastina Gel” di avakirina paşeroja Sûriyê de.
Piştî bidawîhatina civîna bi serokatiya serok Receb Teyib Erdogan li Enqera paytext, doh çarşembê, Daxuyaniyek ji encuman derket, têde tekezî li ser sûrbûna xwe li ser berdewamiya dijîtiya hemî rengên tirorîstiyê diyar kir.
Daxuyaniyê behsa bûyerên ku li Sûriyê jî dibin kir, û amaje bi metirsiyên ku ji Sûriyê derdikevin û karvedana wan li ser tevaya deverê û aramiya wê kir, her weha pêşhatên vê dawiyê der barê dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê.
Daxuyaniyê diyar kir ku Encuman tekezî li ser pişgiriya Turkmenan û Rikberiya Sûriyê kiriye, û destnîşan kir ku wan behsa gefên ku dibe bandora xwe li ewlehiya sînorê Tirkiyê bikin kir.
Civînê behsa kar û reftarên Rûsiya bi hevrêziya bi rêjîmê re kir, û tekez kir ku Tirkiyê wê bi hevalbendên xwe û civaka navdewletî re tevbigere ji bo peydakirina aramiyê li Sûriyê.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî da xuyakirin ku terora Rûsiyê heman rêça tewankariya Esed di armanckirina sivîlan de, bi mebest û şêweyek beloq dişopîne, û sivîlan dikuje ji ber ku ew armancin hêsan in û lebata wan jî giran e, ji ber ew bizavê dike da şêweyekî ji şêweyên “destkeftan” li ser erdê bi dest bixe, û Rûsiya ji roja destwerdan li kêleka rêjîmê kiriye , karê xwe kiriye armanckirina gundên hêmin û sivîlên bêçek.
Hevbendiyê tekezî li ser berdewamiya binpêkirina Rûsiya û Esed ji biryara 2254an re kir, ya ku rawestandina yekser ji êrîşên dijî sivîlan tê de hatiye. Di dema berdewamiya bêdengiya civaka navdewletî, ya ku bi vî rengî alîkariya rijêma Esed dike di bizavên wê yên ji bo beravêtîkirina çareya siyasî.
Û Fûad Elîko endamê Desteya Siyasî ya hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ku “Partiya Yekîtiya Demoqrat”ti pirojeyê wê yê Kurdî tune ye, û ew desthilata karsiparte ya rêjêma Esed e û ti têkiliya wê bi mafên kurdan re tune ye, û nehêlana wê ji derbasbûna hêzên pêşmerge re bo Sûriyê, ji bo parastina Kurdan ji metirsiya Rêjîma Esed û DAIŞê bi hev re vî tiştî tekez dike.
Jêder: Hevbendî