Balafirên cengê yên rêjîma Esed, sibeha îro, çend êrîş birin ser bajar û bajarokên Gundewarê Bakurê Humsê, ku di encamê de hejmarek kes jiyana xwe jidest dan, û hejmarek sivîl birîndar ketin, herwiha wêranek gihişte çend taxên ku sivîl têde hene.
Çalakvanên meydanî destnîşan kirin ku yek ji wan êrîşan nava bajarê El-Xento kir armanc, ku di emcamê de 9 welatiyên sivîl şehîd ketin, û hejmarek birîndar bûn, jin û zarok jî di nava wan de hene.
Herwiha hin êrîşên din bajarê Resten û Telbîsê kirin armanc, ku di encamê de hin welatiyên sivîl birîndar bûn, û ziyanek mezin gihişte rûberekî fireh ji wan taxên ku bûn armanca êrîşan.
Topbarankirina rêjîmê di demekê de tê ku dixwaze dorpêça xwe li ser devera Holê û tevahiya Gundewarê Bakur yê Humsê berdewam bike, herwiha bajar û bajarokên Telbîsê û Resten zehmetiya kêmbûna madeyên xwarinê û yên pijişkî û zehmetiya gihandina wan bo welatiyan dikişîne, û ev yek rewşa wan aloz dike .
Ji aliyekî din ve, careke din şer û pevçûn di navbera rêjîma Esed û fesîleyên şoreşgêran de li bereyên Om Şerşûh û Telbîsê û Bakurê Resten derketin, herwiha rêjîmê bajarê Hurbinefsa li Gundewarê Hema yê Başûr kir armanc, ku rêjîm ev çend carin hewla pêşketina ber bi wî bajarî ve dide, ku piştre dixwaze biçe devera Holê û wê bi temamî dorpêç bike.
Jêder: Hevbendî