Îroj pêncşemê 28.01.2016 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî û pêşhatên meydanî yên dawî li Sûriye hat kirin, Her wiha ronî dan ser çalakiyên siyasî û guftûgo û danustandinên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li gel hêz û aliyên din ên Sûriyê.
her weha behsa guhertinên siyasî yên dawî û kongreya Cinêvê û paşaroja Sûriyê û çend mijarên din, babetên kombûna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bûn.
jêder: Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê