Mewlûd Cawîş Oglo, wezîrê derve yê Tirkiyê, nîgeraniya welatê xwe nîşan da li hember binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê rêjîma Esed di derheqê sivîlan de dibin, tevî nehiştina wî ji gihandina alîkariyên mirovî re bo bajarê Helebê, yê ji aliyê hêzên wê ve dorpêçkirîye.
Ev nîgeraniya Tirkiyê hat di dema axaftinekê telefonê de digel Con Kêrî wezîrê karubarê derve yê Amerîka li ser mijara agirbestê û belavkirina alîkariyên mirovî, û herdu aliyan tekezî li ser giringiya belavkirina alîkariyan li ser sivîlên Sûriyê hevdem ligel berdewamiya agirbestê kirin.
Herwiha ji aliyek din kuştina 129 kesan hat dîkomîntkirin ji aliyê komîteya Sûrî ya mafên mirov ve di rojên Cejna Qurbanê de di dema ( ji12 heta 15ê) heyvê de, hevdem ligel destpêkirina agirbestê.
Herwiha 78 sivîl hatin kuştin ji encama binpêkirina agirbestê û bombebarankirina hêzên Esed û firokên Rûsiya, û 24 kes di şer û pevçûnan de hatin kuştin, û herwiha 23 kes bi destê rêxistina DAÎŞê hatin kuştin.
Duhî endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê U’qab Yihiya got ku Rêjîm û hevalbendên xwe berdewam in di binpêkirina agirbestê de, ji ber ku ew piştrast in ji aliyê Encûmena Asayîşê yan jî ji aliyê Amerîka ya çavdêra agirbestê der barê parstina xwe ji lêpirsîn û bersivdanê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat