Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragehand ko welatê wî amade ye ji bo nexweşên Xûta rojhelat a gundewarê Şamê pêşwazî bike, di heman dema ku du dektorên Ferensî daxwaz ji serokê Ferensa Makron kirin ji bo bizavê bike û alîkariyê derbarê derxistina nexweşên rewşa wan nebaş e di zûtirîn dem de bike.
Serokê Tirkiyê amaje kir ku ew ê peywendiyê bi telefonê bi serokê Rûsya Viladîmêr Potîn re bike ‘’ji bo behsa derxistina bê-astengî ji wan kesên dorpêçkirî re bike, û wan bigehînin Tirkiyê ji bo çareseriya pêdivî ji wan re dabîn bibe.‘’
Û diyar kir ko di navbera serokên herdu welatan de di vê derbarê de pevşêwirîn hene, û bêtir got:’’ dezgehên ewlekariya Tirkiyê û serokatiya fermanberiya bobelat û tengaviyan ya heyva sor ya Tirkî dê bi karê pêdivî rabe. ‘’
Rojnameya Lîbrasiyon ya Ferensî nameya du dektoran, Ziyad Elîsa serokê (Yosim/ Frensa) û dektorê benckirin û biserxwevhatinê, Rofayîl Bîtî, berpirsiyarê rêvebirinê yê (Yosim) , di nameyê de daxwaz ji Makron kiriye, çimkî ew serokê dewletekê ye ko endama herdemî ya Encûmena Ewlekariyê ye, ji bo têwerdanê bike û Xûta ji bobelateke mezin rizgar bike.
Herdu dektoran di nameya xwe de diyar kirine ko alîkarî pir kêm digihên herêma Xûta, û gotin: ‘’ kêmxwarinî û birçîbûn gihaye asteke pir tengav, û ew wêneyên zarokên şîrmij ên bûne hestî û çerm û wêneyên zarokên bi sedema bombebaranê birîndar bûne vê rastiyê eşkere dikin.‘’
Û agahî dan ko Xûta ber bi heman rêka tarî ve diçe ya ko par li Helebê çêbû, gava ko cîhanê li wêrankirina bajarê kevnare temaş dikir, û îro jî Xûta bi bêdengî dimire û ew temaşe dikin.
Û li ser kuştina 268 kesan ji 14 çêriya paşî ya borî ve û birîndarbûna 1432 kesên din axivîn, û hişyarî dan derbarê tştê tê serê Xûta û gotin: ‘’ Em ji bo rewşa jiyana Xûta rojhelat li naqosa metirsiyê didin ‘’.
Rawêjkarê taybet bo Sûriyê yê Netewên Yekgirtî, Yan Îgland, Îran û Rûsya bi‘’ pêşkêşnekirina alîkariya tê xwestin ji bo derxistina zarokên nexweş ji xûta‘’ tewanbar kirin.
Ji toreya BBC re tekez kir ko ‘’ herdu hevalbendên Esed dikarin fişarê bidine ser rêjîmê ji bo rê bide ko 130 zarok ji Xûta rojhelat derkevin û çareseriya pêdivî bistînin.‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans