Wezîrê Karê derve ê Tirkî Ferîdon Sînîrlî Oxlo tekez kir ku “Pirsgirêka tekane li pêş mana dewleta Sûrî hevgirtî mana Esed e” û berdewam kir” Hewldana Esed ya niha, ji bo pêkanîna dewleteke biçûk li Sûryayê ye, em vê yekê li ser riwê erdê dibînin, û dema di Yolyoya bûrî de got ku ew nema dikare di dewletê de desthilatiyên xwe dirêjtir bike, ew bi awayekî dî mukur hat ku ew çûye pilana (B) “.
Sînirlî Oxlo dît ku Rûsya şaşiyeke mezin bi destwerdana leşkerî di Sûryayê de dike” Me ji wan re diyar kir tiştê ku dikin şaş e, ew dibin beşek ji şer, û ev yek ne ji bercewendiya wan, yan Sûrî û yan yê deverê bi giştî re ye.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Xalid Xoce tekez kiribû ku dagîrkeriya Rûsî ji Sûryayê re ” Aramiya deverê ji hev dixe, û dibe gef li ser ewlehiya wê û cîhanî tevî”.
Herweha Xoce tekezî li ser pêwistiya avakirina devera aram li Bakur û Başûrê welat kir, ji ber ewê gelek xelkê Sûrî ji bermîlên rejîma Esed yên teqîner û firokeyên tawankar biparêze. û wê tevgera mişextiyê û penaberiyê bo derveyî welat kêm bike..
Xoce berdewam kir: Devera aram tê wateya pêkanîna aramiyê, û bi pêkanîna devera aram wê penaber vegerin erdê xwe, û wê gihiştina alîkariyên mirovahî bi awayekî mezintir be.
Jêder : Hevbendî