Duhî roja sêşemê di baxçeyê koçka Spî de li Waşinton, serokê Amerîka di kongirekî rojnamevanî de ligel serokwezîrê Libnanê Saed Elherîrî dît ku “rêxistina Hizibulaha Libnanî bi piştevaniya Îranê bobelata mirovî li Sûriyê mezintir dike“.
Tiramp ligel Elherîrî di kongirê rojnamevanî de got ku rêveberiya wî wê wek Obama kar neke û wê Esed bêsiza nehêle, û nerazîbûna xwe ji Esed anî ziman, û herwiha dît ku Huzibulah bi rêka piştevaniya Îranê “gef e li ser tevaya rojhilata navîn” .
Li aliyek din Tiramp soz da ku ewê rê li pêş pêkanîna êrîşên kêmiyayî ji aliyê rêjima Esed ve bigire, hevdem Esed gunehbar kir bi pêkanîna tawanên hovane li dijî mirovatiyê, û bal kişand ku Esed wê xilas nebe ji sizayê bi sedema karên xwe piştî dubarekirina hewlên xwe wek hercar.
Tiramp amaje kir ku wî li heyva nîsanê fermana bombebarankirina firokxaneya Elşi’îrat ya leşkerî bi mûşekên “Tomahok” dabû, wek bersivekê li ser kêmiyabarankirina bajarokê Xanşîxon li parêzgeha Idlibê.
Ji aliyê xwe ve, Rewta Paşerojê ya Libnanî ya bi serokatiya Saed Elherîrî, tekez kiribû ku ti rewaya hizbulah ya yasayî nîne di destêwerdana wê ya di Sûriyê û beşdariya şer de li dijî sivîlên Sûriyê, û dîtibû ku ew yek xizmeta Tehran û rijêma Esed dike.
Di daxuyaniya Rewta Paşerojê de li roja duşemê hatibû gotin:”Em çi rewaya niştimanî nadin Hizibulah di beşdariya wê ya di şerê Sûriyê de, her çiqas gefên wê yên bi rêka peyamên nivîskî û bi rêka telfeziyonan dijî dijberên vê yekê mezin bin jî“.
Herwiha li vê dawiyê ji aliyê pirojedanerên Amerîka pirojeyasekî nû yê taybet bi sepandina sizayan li ser hizibulaha Libanî hatiye pêşkêşkirin, û dibînin ku ev siza wê “bibin fakterekî mezin bo ziwakirina jêderên piştgiriya abûrî ji hizbulah re, û wê bibe fakterê lawazkirina rola wê“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / wekalat