Serokwezîrê Tirkî Ehmed Dawid Oxlo ji Civaka Navdewletî xwest ku çareseriyekê ji pirsgirêka Sûrî re bibîne, û kuştina rejîma Esed ji sivîlan re rawestîne, herweha ji serkirdeyên cîhanê xwest ku gavek mîna ya şemiya bûrî li Parîsê dijî hemû coreyên tundrewiyê li cîhanê çêbû bavêjin.
Oxlo duh di kongirekî Rojnamegerî de bi şêwirmenda Elmanî Encêla Mêrkil re tekez kir ku welatê wî sînorê xwe bi Sûrî re vekirî hiştiye bo derbasbûna zarokên ku dê û bavên wan hatine kuştin, jinên ku mêrên wan mirine, û dîtina penaheke aram ji wan re, ne ji bo derbasbûna tiroristan.
Di nav bersivên xwe re li ser rexneyên ku ji Tirkî re tên li ser vekirina sînorên xwe li pêş penaberên Sûrî , Serokwezîrê Tirkî bargiraniya guneh avêt ser kesên ku ji hikûmeta wî dixwazin sînorên xwe bigire, ku gunehê her zarokekî li wî aliyê sînor ji ber topbarana rejîma Esed tê kuştin hildirire, lewre pêwist e ku Civaka Navdewletî çareseriyekê ji vê kirîzê re bibîne.
Jêder: Hevbendî – Rojnameya Hurriyet Ya Tirkî