Serokwezîrê Turkiyayê Ehmed Dawûd Oxlo tekez kir ku tenê Sûrî rê ji wan re heye sînorên welatê wî derbas bikin bo li wir şer bikin. Di daxuyaniyek rojnamegerî de got: ” Yên ku ji Sûriyayê tên dikarin vegerin û tevli şer li Kobanî (Eyn Elereb)bibin”. Û dûbare kir ku :” Hikûmeta wî qebûl nake şervanin ji regezine dî û bi taybetî Tirk derbasî Sûrî bibin “, û daxwaza Firensa yaji bo vekirina sînor bi awayekî berfirehtir li pêş şervanên Kurd qebûl nekir.
Serokê Firensî Firanswa Holand roja Sêşemê bi surbûn xwest ku Turkiyayê sînorê xwe bi Sûriyayê re veke bo alîkariya şervanên Kurd di berevaniya di ber Kobanî de bikin. Dawûd Oxlo dûbare kir: ” Nayê pejirandin ku em bêjin ev kirîza han tenê ji ber Turkiyayê sînorê xwe venake berdewam e ” Oxlo zêde kir: ” Axavtin ji Parîsê Hêsan e, gello ew dizanin çi li meydanê çêdibe? “.
Ji aliyê xwe de Şanderê Emirîkî bo Hevrêziya Hevalbendiya Navdewletî Con Alin got: ” Danûstendin bi aliyê Tikî re bo destnîşankirina şêweyê beşdariya Tirkiyê di Hevalbendiyê de dijî tundiya li Sûriyayê û Iraqê hîn berdewam e”.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit got: ” Nebersivdana Turkiyayê ji daxwaza biçekirna pêşberan re û şandina wan bo şerê “Daiş” kirdareke cîwarî û behanekirî ye, ji ber avêtina sivîlan li nav şer ji nişkave û bê rahênana pêşane ne ji mentiq e, di heman dema ku hêzên navdewletî piştevaniya Artêşa Azad mîna hêzeke leşkerî ku ji hêla rahên û meşqkirinê de amade ye bo “Daiş” di şer de têk bibin paşguh dike, nexasim ku Artêşa Azad karîna xwe li ser qewirandina “Daiş” ji 14 deverên Sûrî di çend rojan de tekez kir, di heman dema ku Hevalbendiyê nikarîbû ta niha beşek biçûk ji tiştê ku Artêşa Azad kiriye pêk bîne, lê vajî wilo bi temamî, vekişîna leşkerî û meydanî ku li Eyn Elereb (Kobanî) çêbû di bin siya hevalbendiya 40 dewletî dijî ‘Daiş’ bû “.
Elmislit Berdewam kir: ” Bi rastî yê ku berpirsiyariya rewşa sosretî ku Sûrî tê de dijî hildigre, paşguhkirina biryara navdewletî di hevalbendiyê de, nerîna li rewşa Sûrî bi awayekî giştî, û nebûna istratîjîk diyar û hevgirtî bo şerê tirorê di herêmê de ye”. Doz li hêzên Hevalbendiya Navdewletî kir bo ” Dûbarekirina nerînê di istratîjiya xwe de bo şerê tirorê bikin “.
Jêder: Hevbendî – Ajans.