Vekolîneke Navdewletî Nasnameya du refên Firokên Hilîkopter yên bi ser Rêjîma Esed ve û yên du Yekîniyên Leşkerî ko êrîşên bi gaza kilor li dijî sivîlan pêk anîne eşkere kir.
Diblomasiyekî Rojavayî diyar kir: “Encamên ko Netewên Yekbûyî û Rêkxistina qedexekirina Çekên Kîmawî gihanê, li gora pêzanînên ewlekarî yên Rojavayî û Herêmî hatine tekezkirin. ” bêtir got ko: “Firqa 22 û Ketîba 63 û Siriya 255 û 353 yên bi ser Rêjêma Esed ve ne, ew berpirsiyarên êrîşan in.”
Hatiye biryardan ku Komîteke vekolînê ya hevbeş ji Netewên Yekbûyî û ji Rêkxistina qedexekirina Çekên Kîmawî di raportên derbarê êrîşên 11 Nîşana 2014an û yên 21 Tebaxa 2015an vekolînê bike, û Raporta xwe ya çaran ji Encûmena Ewlekariyê re hefteya bê pêşkêş bike.
Raporta sisêyan ya ko di Tebaxê de derket got ko Hêzên Esed du êrîş bi gaza kilor kirine û Rêkxistina Daiş gaza xerdel bikar anîye.
Raportê baldêrî daye ser neh êrîşan li heft herêmên Sûriyê bûne. Û di vekolîneke cuda de ya şanda peyketina diristiyan ya bi ser Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî gotiye ku çekên kîmawî bikar hatine.
Ji wana heşt êrîşên ko vekolîn di wan de bûye, guman li bikaranîna gaza Kilor heye. Komîta vekolînê anî ziman ko di şeş caran de ew negihane çi encamê , û sisê ji van caran gelek vekolînên bêtir divên.
Yê Diblomasî got: “du êrîş bi Kilorê bûn û bi destê Hêzên Asmanî yê bi ser Esed ve bûn, û çi nîşan nîn in ko Opozisyonê pêk anîne.”
Serê vê mehê, serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, namak ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û ji serokê Encûmena Ewlekariyê re şand, der barê Raporta sêyem ya vekolînên hevbeş ya navbera Netewên Yekbûyî û Rêkxistina qedexekirina kîmawî, ko tekez kiriye Rêjîma Esed gaza kilorîn wekû çekê cengê bikar aniye.
Elebde ji dewletên endam daxwaz kir ko sizayan li gora benda heftem ji peymana netewên yekbûyî wek ko di biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118, 2209 û 2235 de hatiye, yên ku sizayan li ser ên rêzê li yasaya navdewletî nagirin û sivîlên bêguneh dikujin feriz bikin.
Jêder: Hevbendî+Acans