Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî vekolînê dike di gumanin êrîşên bi gazên jehrînî li Sûriyê ko ji destpêka vê salê ve çêbûne, û guman li rêjîma Beşar tête kirin çimkî ew bikarhênerê yekem e ji vî cûreyê çekên kîmwî re, ko çalakvanên Sûrî çend êrîşên ko firokên rêjîmê belgeh kirine.
Di raportekê de ji Encûmena ewlekariyê re roja înê belav bû, birêveberê giştî yê rêkxistinê Ehmed Ozomico got ko “heşt bûyerên bikaranîna gumanlikirî bi çekên kîmawî sala 2017ê hatine tomarkirin û nuha têtin vekolînkirin”. Raportê bal kêşand ser şandeyên peyketina rastiyên vekolînên di bûyerên rojhilatê Helebê û gundewarê wê yê rojava de dikin û başûrê Humsê û bakurê Hemayê û gundewarê Şamê û Idlibê û digel dîdevanan hevdîtin kirin û hêj tîmên rêkxistinê nîşanên bikaranînê kom dikin.
Rêkxistina Hiyûmin Rayits Wotş heyva buhûrî hêzên rêjîmê bi kêmanî bi heşt êrîşên kîmawî di hefteyên dawî ji cenga Helebê li bakurê Sûriyê tawanbar kirin, di encamê de neh kes, zarok jî di nav wan de hebûn, hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans