Encûmena Niştimanî ya Kurdî duhî roja şembiyê di daxuyaniyekê de daxwaza vekêşana rêxistin û çekdarên PKKê ji Şingalê kir, û herwiha daxwaza dûrkirina navçeyê ji seqayên ne aramiyê kir, û peydakirina ewlehî û seqamgeriyê ji xelkê navçeyên re yên bobelat li ser destê rêxistina DAIŞê ya terorîst bi ser wan de hatin.
Ev daxuyanî hat yekser piştî êrîşên çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmergên Roj, dema ku bi erkê xwe radibûn û hêzên xwe diguhertin li ser riya Xanesor- Sinonê li devera Şingalê li nêzîk sînorê Sûriyê, û bû sedema peydabûna şer û pevçûnan û ketina ziyan û qurbanî û birîndaran.
Û di daxuyaniya ENKSê de hat: li dema ENKSê li ber her dilopeka xwînê xembar dibe, û peydakirina fitinê û şerê navxoyî şermezar dike, û daxuyaniya berdevkê wezareta pêşmergên Herêma Kurdistanê ya ku hêza pêşmergên Roj bi ser rêveberiya wê ve ye, tekez dike ku hêza pêşmerge azad e, dema di sînorên Herêmê de bizav û veguhestinên xwe bike, herwiha Encûmen tekez dike ku bi tenê hikûmeta Herêmê xudanê vê biryarê ye, û hewlên peydakirina ajawegerî û fitinê ji bo derbaskirina ajendiyên siyasî yên dikevin di rajeya neyar û nehezên gelê kurd û doza kurdî, wê bitenê serşorî û şermezarî bibe para wan.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê daxwaz ji hêzên siyasî yên herçar parçeyên kurdistanê kir ku bi erkên xwe rabin ji bo parastina Herêma Kurdistanê wek erkekî netewî û herwiha parastina wê ji arîşeyan û parastina ewlehiya wê di vê qonaxa hestiyar de ji dîroka gelê kurd, ji ber ku Herêm bûye war û bingeha xebata netewî ya tevaya gelê kurd.
Jêder: beşê kurdî yê ofîsa ragihandina Hevbdndiya Niştimanî