Tîma Sûriya azad sê xelatên bironz di qehremaniya navdewletî ya karatê de, ya ko li bajarê Istanbulê roja 3 û 4 û 5ê adarê bi beşdarbûneke navdewletî ya mezin çêbû.
Qehreman Elmutez Billah Elelî di Kata tekane de temenê 8-9 salî û xelata bironz di pevçûna tekane de ya giraniya 35 kg biser ket. her weha qehreman Ûsama Elelî xelata bironz di Kata tekane de ya beşê sîpeyên 13 salî wergirt.
Her weha ji tîma Sûriya azad ya beşê zilaman, qehreman Adil Niweylat di giraniya 75 kg de, û qehreman Mamûn Alî jî ji beşê zilamanan di giraniya 84 kg de, û Mislim Elebid wek rahêner beşdar bûn. lê bê ko Adil û Mamûn çi xelatan bistînin, lê asteke baş di qehremaniyê de pêşkêş kirin.
Beşdarbûn bi çavdêriya komîta olompî ya Sûrî ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ve, û Yekîtiya Sûriya ya Karatê û Cûdo ya azad bû, û ala Şoreşê û ala komîta olompî ya Sûrî li pêşberî piraniya dewletên ko beşdar bûne hate hildan. Beşdarbûna tîma Sûrî ya azad bi hêz bû, da di qehremaniyên dahatî de jî beşdar bibe.
Ev beşdarbûn di demekê de hat ku nêzî bîranîna destpêkirina Şoreşa Sûriyê ye, Tîma birêveber û ya qehremanan serkeftina xwe diyarî xweragirên Sûriyê û pakrewanên Şoreşa Sûriyê kirin.
Şanda Sûrî ji rahêner û dadwerê navdewletî Ehmed Cemîl Elelî, wek serokê şandê û dadwer û çavdêrê dadwerên qehremaniyê, û rahêner Mislim Elebid û lîstikvan Elmutez Billah Elelî ji beşê zarokan, û qehremanê navdewletî Ûsama Elelî ji beşê sîpeyan, û qehreman Adil Niweylat û qehreman Mamûn Elî ji beşê zilaman pêk dihat.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî