Li gor belgehkirina Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di rapoerta xwe ya mehane de ya derbarê binpêkirinên ko li Sûriyê di derheqê ragihêneran de çêdibin, Rêjîma Esed di heyva Sibata buhûrî de û di operasiyoneke leşkerî de li ser herêmên rizgarkirî 5 ragihêner kuştine û 9ê din birîndar kirine.
Raporta Toreyê kuştina ragihênerekî di meha Sibatê de bi destê Daişê nivîsandiye, her weha du bûyerên girtinê bi destê Cebhet Fetih Elşam belgeh kiriye, ku yek ji wan hat berdan, û girûpeke çekder ya din ragihênerek girtibû û ew berda, her weha milîtanên PYDê li herêmên di bin kontrola xwe de ragihênerek girtiye.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan dibîne ko karê ragihandinê li Sûriyê ji nebaşiyê ber bi nebaştir de diçe, her weha raporta wê bombebarnkirina nivîsgeheke ragihandinê ji hêla firokên Esed yên cengê ve belgeh kiriye.
Li gora rapoertê tu kêmkirina rêjeya kuştina ragihêneran piştî peymana agirbestê û cîbicîkirina wê ji 29 heyva 12an de nayê xuyakirin “lê belê di meha Sibatê de rêje ji ya mehên berî peymana agirbestê bêtir bû. ”
Toreyê di dawiya raporta xwe de daxwaz kir ko hemû binpêkirinên di derheqê azadiya ragihandinê de pirotesto bikin, û guhdanê bi veguhastina rastiyê bikin û kesên destê wan di kuştina wan de hebe siza bibin, ûToreyê daxwaz ji civaka navdewletî di riya Encûmena Ewlekariyê re kir ko bi berpirsiyariyên xwe di parastina ragihêneran de li Sûriyê rabe.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya mehane de got ku, ji destpêka Şoreşê di sala 2011ê û heta serê meha sibata buhûrî li gora navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê li Kombenda rojnamevanên Sûrî 384 kes ji ragihêneran hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans
.